Li Idlibê çekdarekî hikumeta veguhêz hat kuştin

Hate ragihandin ku li Idlibê di encama teqîna guleyeke bermahiyên şer de çekdarekî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Li Idlibê çekdarekî hikumeta veguhêz hat kuştin
22 kanûn, 2025   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zihûr a gundewarê Idlibê, di dema pêxistina agir de guleyeke bermahiyên şer teqiya. Di encama teqînê de çekdarekî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî SOHR’ê, duh jî çekdarekî hikumeta veguhêz dema perwerdeya rakirin û danîna mayînan li Fakulteya Endazyariyê ya gundewarên Şamê hatin kuştin û hin bi giranî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku çekdarî kuştî ji bajarokê Dail ê Derayê ye.

(b)