Li Hemayê êriş û talankirin

Li gundewarên Hemayê çekdaran êrişî komeke ciwanan kir û erebe, telefon, pere û belgeyên wan talan kirin.

Li Hemayê êriş û talankirin
22 kanûn, 2025   15:10
HEMA

Komeke çekdar vê sibehê li gundewarên Selemiyê yê rojhilatê Hemayê êrişî ciwanan kir ku piraniya wan ji mezheba îsmaîlî ne. Êriş li mezreyeke bajarokê Teldrayê yê bajêr hat kirin.

Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku çekdaran li ciwanan da, piştre 2 erebe, pere, telefonên destan û belgeyên şexsî yên ciwanan birin û ber bi cihekî nediyar ve reviyan. Nasnameya êrişkaran nehat zanîn.

Li herêmên hikumeta veguhêz, tevlihevî û sûcên dermirovî dewam dikin. Tevî giliyên şêniyan jî aliyên têkildar hesab napirsin.

(b)