Yekitiya Karkerên Kurdistanê jî tev li bloka Partiya Kesk bû

Yekitiya Karkerên Kurdistanê tev li bloka Partiya Kesk a Demokratîk bû, da ku bikeve hilbijartinên şaredariyan.

Yekitiya Karkerên Kurdistanê jî tev li bloka Partiya Kesk bû
17 gulan, 2024   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Karkerên Kurdistanê ragihand ku dê li gel bloka Partiya Kesk a Demokratîk, Tevgera Nûkirinê ya Kurdistanê, Partiya Biratî ya Kurdistanê û Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, tev li hilbijartinên şaredariyan bibe.

Partiya Kesk a Demokratîk û Yekitiya Karkerên Kurdistanê îro li Qamişloyê civîn û piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Yekitiya Karkerên Kurdistanê jî di nava blokê de dê bikeve hilbijartinan.

Partî, blokên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên xwe temam dikin, ji bo ku tev li hilbijartinên şaredariyan bibin. Hilbijartin dê 11`ê Hezîranê li dar bikevin.

(şx)

ANHA