Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya girtiyên `doza Kobanê` kir

Rêxistinên hiqûqî û yên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya girtiyên "doza Kobanê" kir û biryarên desthilata Tirk wek “şanoyeke tirane” wesifandin.

Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya girtiyên `doza Kobanê` kir
17 gulan, 2024   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke rêxistinên hiqûqî û yên jinan ên civaka sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara desthilata Tirk a li dijî siyasetmedarên Kurd û Tirk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şermezar kir.

Yekitiya Parêzaran a kantona Cizîrê û Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyên cuda piştgiriya girtiyên "doza Kobanê" kir.

Di dauxyaniya Yekitiya Parêzaran de ku li Qamişloyê hatiye xwendin, hate gotin dadgehên ku biryarên wiha didin, sexte û di bin bandora siyasetê de ne.

Her wiha bi "şanoyeke tirane" ya dûrî qanûnê hate wesifand û hate gotin kîndariya AKP`ê ya li hember gelê Kurd nîşan dide.

Di daxuyaniyê de yekitiyê piştgiriya xwe ji girtiyên "doza Kobanê" re nîşan da û diyar kir ku civata navneteweyî, desteyên NY’yê û rêxistinên hiqûqî berpirsên binxistina demorasiyê li Tirkiyeyê ne. 

Kombûna Jinan a Zenûbiya jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û biryara dadgehê şermezar kir û diyar kir ku bi saya berxwedana ji Kobanê dest pê kiriye, tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin rizgarkirin û jin li Dêrazor, Reqa û Tebqayê minetdarên vê têkoşînê ne.

Her wiha kombûnê piştgiriya xwe ji bo girtiyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rave kir û banga destpêkirina têkoşîneke berfirehtir li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker kir.

(şx)

ANHA