‘Yekitî û hevgirtin dê gelê Kurd biparêzin’

Nivîskar Diyala Elî diyar kir ku di vê pêvajoyê de pêwîst e yekitiya Kurdan xurt bibe û got rewşenbîr dikarin berpirsyariyê rakin û civakê perwerde bikin.

‘Yekitî û hevgirtin dê gelê Kurd biparêzin’
28 nîsan, 2026   04:15
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Nivîskar Diyala Elî li ser girîngiya yekitiya Kurdan ji ajansa me re axivî. Elî diyar kir ku di vê qonaxê de bi lez pêşveçûn û guhertin çêdibin. Ji bo di van şert û mercan de doza Kurdî were parastin divê gelê Kurd yekitiya xwe xurt bikin, da ku karibin deskeftiyên ku bi fedakarî bi dest xistine biparêzin.

Diyala Elî destnîşan kir ku parçebûna partiyên siyasî dibe sedema ku helwesta siyasî û civakî yê gelê Kurd qels be û got: "Partiyên siyasî divê nakokiyên xwe derbas bikin, yekitiya xwe xurt bikin û dawî li parçebûnê bînin."

Ji bo rewşenbîran jî Diyala Elî wiha got: “Rewşenbîr divê bi berpirsyar nêz bibin. Divê dawî li parçebûna gelê Kurd bînin. Bi nivîs û çalakiyên xwe civakê fêrî çanda yekitî û hevkariyê bikin. Bi civakê bidin hîskirin ku parçebûn çiqasî xetere ye. Bi parçebûnê re gelê Kurd nabe xwedî yekhelwest û dijminên wan sûd ji vê yekê werdigirin. Êdî dem hatiye ku berjewendiya neteweyî li ser berjewendiyên xwe yên kesayetî re bigirin. Hemû aliyên siyasî û çandî divê bi hev re bibin alîkar. Bi yekitiyê dê hêza gelê Kurd li ser xwe be û karbibin li hemberî hemû êrişan tê bikoşin.”

Diyala Elî di dawiya axaftina xwe wiha got: “Berpirsyatî ne tenê ji siyasetmedar û rewşenbîran tê xwestin, divê her kes berpirsyar nêz bibe, bi hev re bixebitin da ku ji bo nifşên nû garantiya siberojeke aram û ewle bidi û gelê Kurd bighîjê hedefê xwe û doza Kurd çareser bibe."

Nivîskar Diyala Elî Remedan Elî sala 1998`an ji dayik bûye. Ji gundê Girkê Xelo yê Çilaxayê ye. Ew keça nivîskar û helbestvan Elî Remedan Elî ye ku bi navê Elî Çilaxa tê naskirin. Diyala sala 2012`an dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Sala 2016`an Fakulteya Hiqûqê a Zanîngeha Firatê a Hesekê û sala 2015`an Fakulteya Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava bi dawî kir. Dîwaneke helbestan a bi navê `Mewasim Bîla Behca` nivîsandiye. Her wiha bi nivîskar Şame Mihemed re li ser wêjeya kurdî dixebite.

(np)

ANHA