SOHR: Di Nîsanê de 4 gorên komî li Sûriyeyê hatin dîtin

Li Sûriyeyê ji destpêka Nîsanê ve 4 gorên komî hatine dîtin. Ev yek berdewama bandorên salên şêr nîşan dide û balê dikişîne ser dosyaya windabûyî û qurbaniyên nenas.

SOHR: Di Nîsanê de 4 gorên komî li Sûriyeyê hatin dîtin
27 nîsan, 2026   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ji destpêka vê Nîsanê ve 4 gorên komî hatine dîtin. Di goran de termê 14 kesan hebûn.

Evan bûyeran dîsa dosyayeke herî girêk a welat vedikin. Nasnameya qurbaniyan zehmet e were diyarkirin, ji ber ku bingeh-daneyên rast tune ne, şiyanên teknîkî qels in û astengiyên qanûnî û ewlehiyê jî hene ku nahêlin mirov bigihîje cihên din ên gengaz.

Li gorî bîlançoya SOHR, hûrguliyên van gorên komî wiha ne:

- 2 gorên komî li Dêrazorê, ku 10 cenaze tê de hebûn.

- Goreke komî li Derayê, ku 2 cenaze tê de hebûn.

- Goreke komî li Hemayê, ku 2 cenaze tê de hebûn.

(ac/fr)