Yekîneyên YPS'ê li Amedê li dijî polîsan çalakî kirin

Yekîneyên YPS'ê li navçeya Rêzan a Amedê li dijî kûlûbeya nobetê ya dibistana polîsan çalakî kirine.

Yekîneyên YPS'ê li Amedê li dijî polîsan çalakî kirin
17 sibat, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên YPS’ê bi daxuynaiyêkî ragahand ku şeva 14'ê Sibatê derdora saet 12'an li navçeya Rêzan a Amedê wan li dijî kûlûbeya nobetê ya dibistana polîsan bi bombeyên dest û çekên ferdî çalakiyek li darxistin.

Daxuyaniye de wiha hate gotin: "25 sal in Rêbertiya me ku rû bi rûyê êşkenceya Îmraliyê tê hiştin, bi sekna xwe ya xurt ji bo azadiya gelê Kurd û gelan têkoşîna xwe didomîne. Rêbertiya me bi paradîgmaya li dijî hêzên hegemon pêş xistî, sîstema wan têk biriye. Têkoşîna me Rêbertiya me ya li dijî sîstema faşîzan, xeta me ya jiyanê ye û heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me tê mîsogerkirin em ê li ser vê xetê têkoşîna xwe bidomînin."