Rojnameyên erebî: Serdana Erdogan a li Misirê nakokî çareser nekirin

Encamên serdana serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ji bo Misirê, rewşa Lubnanê, dîsa bandora şerê Xezayê li Misirê, rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Serdana Erdogan a li Misirê nakokî çareser nekirin
17 sibat, 2024   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Erebî El Cedîd cih da encamên hevdîtina serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî û serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên misirî û tirkî wergirtine; "Serdana serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a roja çarşemê ya ji bo Qahîreyê, di çaçroveya pêşxistina têkiliyên Misir û Tirkiyeyê de pêk hatibû." Hate gotin, serdanê tu pêşketin di warê pêşxistina têkiliyan de bi xwe re neanîn.

‘BAŞÛRÊ LUBNANÊ BI ŞER RE RÛ BI RÛ YE’

Têkildarî Lubnanê, rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate gotin, başûrê Lubnanê li pêşberî şerekî dijwar e. Hate ragihandin ku di 24 saetên dawîn de 7 sivîl, 10 endamên Hizbullahê û 3 çekdarên Tevgera Emel hatine kuştin. Li gorî rojnameyê, ev rewş bû sedema zêdebûna gefên Hizbullah û Îsraîlê.

’JI BER ÎHTÎMALA KOÇBERIYA FILISTÎNIYAN LI SÎNAYÊ HERÊMEKE TAMPON’

Der bare rojeva Misirê de rojnameya El Ereb ku agahiyên xwe ji çavkaniyên ewlehiyê yên Misirê wergirtine, wiha ragihand: “Li bakurê Sînayê tedbîrên lojîstîk têne girtin. Ev tedbîr ji ber senaryoyên muhtemel ên li Xezayê têne girtin anku eger artêşa Îsraîlê êrişî bajarê Refehê yê başûrê Xezayê bike, dê Misir ji ber sedemên mirovî nekare bi hêza xwe pêşî li ber pêleke mezin a koçberiyê bigire."

(bb)