Li Parlamentoya Ewropayê  banga ‘Divê Abdullah Ocalan azad bibe’

Di konferansa li Parlamentoya Ewropayê de de hat destnîşankirin ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye û hat gotin ku divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

Li Parlamentoya Ewropayê  banga ‘Divê Abdullah Ocalan azad bibe’
17 sibat, 2024   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) li Parlamentoya Ewropayê konferansa bi navê "Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî: Rêya azadî û aştiyê ber bi ku ve diçe" li dar xist. Konferans ji aliyê parlamenterê Parlamentoya Ewropayê (PE) Giuliano Pisapia, endamê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan ve tê destekkirin.

Konferans ji 3 beşan bi navên "Rastiya Girtîgehên Tirkiyeyê", “Jiyana hevgirtinê -pêdiviya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd" û "Deriyan vekin: Rêya ber bi azadî û aştiyê ve diçe” pêk hat. Parlamenter, siyasetmedarên ji welatên cuda, akademîsyen, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî konferansê bûn.

Di rûniştina yekemîn a konferansê de panela bi navê “Jiyana hevgirtinê -pêdiviya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd" hate lidarxistin. Yek ji akademîsyenên Zanîngeha Liverpool John Mooresê Thomas Phillips panel bi rê ve bir. Damezrînera India Billion Rising Abha Bhaiya, parêzvana Mafên Mirovan ê Swîsreyê û seroka berê ya Parlamentoya Kantona Cenevreyê Elisabeth Decrey, Serokê Çep ê Ewropayê Walter Baier, Wezîrê Karên Civakî yê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero û peyama zanyarê siyasî Sînan Onal ê ku nekarî beşdarî konferansê, ji aliyê nûnera KURD-AKAD'ê Dersim Dagdeviren ve hat xwendin.

ABHA BHAIYA: JINÊN KURD PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNA JINÊN CÎHANÊ NE

Damezrînera India Billion Risingê Abha Bhaiya bi navê "Piştgiriya Jinan: Jin wekî garantorên aştiyê ne” pêşkêşiyek kir.

Abha Bhaiya ku di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rola Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd di têkoşîna azadiya jinên cîhanê de û got, "Em ji zext û zordariya li ser gelê Kurd ên alîgirê azadî û demokrasiyê ne, gelekî bi hêrs in. “

Abha Bhaiya bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd ku îro paradîgmayên Rêber Abdullah Ocalan digihîne cîhanê û wiha domand: “Têkoşîna jinên Kurd ne tenê têkoşîna wan e, têkoşîna hemû mirovahiyê ye. Têkoşîna jinên Kurd, têkoşîna li dijî mêtingeriya cîhanê ya dîktatorên rastgir, faşîst, hevkarên kapîtalîst û baviksalaran e. Em piştgirên vê yekê ne.”

'EM Ê HER TIM DAXWAZA AZADIYÊ BÎNIN ZIMAN'

Abha Bhaiya da zanîn ku ew ê ti carî şert û mercên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan qebûl nekin û wiha pêde çû: "Îro em ê ji bo azadiya Ocalan ê ku bi fikrên xwe îlhamê dide jinên cîhanê biqîrîn û tu carî dev jî vê yekê bernedin.Divê dewletên zalim baş zanibin ku tenê dikarin bedenê Abdullah Ocalan têxin zindanê. Ew tu carî nikarin xeyala wî sansûr bikin. Ew fîlozof, çalakvan, nivîskar û berî her tiştî femînîstek e."

FERRORO: EM DEYNDARÊ ABDULLAH OCALAN IN

Piştre Wezîrê Karên Civakî yê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero axivî û diyar kir ku Îtalya ji girtina Abdullah Ocalan rasterast berpirsyar e û got, “Em deyndarê Ocalan in. Tevî ku Îtalya mafê rûniştina siyasî daye Ocalan jî dîsa berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Di vê wateyê de, Îtalya berpirsiyar e ku li dijî şert û mercên tecrîdê ku ew tê de ye û ji bo azadiya wî tevbigere.”

Ferrero bal kişand ser girîngiya paradîgmayên Abdullah Ocalan û pênasekirina Abdullah Ocalan weke pêşengekî şoreşgerî yê rasteqîn û wiha got: “Wê mîsyona Ocalan ku di aliyê fikrî de pêşengiya her kesî bike heye. Di guhertina civakê de paradîgmayên Ocalan girîng in. Ocalan di rewşeke ku şoreşa civakî bi rê ve bibe ye. Divê haya me ji vê paradîgmaya ku Ocalan pêşkêşî me kiriye hebe û her kes ji bo azadiya wî têbikoşe.”

Piştî Ferrero, parêzvana Mafên Mirovan a Swîsreyê û Seroka Berê ya Meclîsa Kantona Cenevreyê Elisabeth Decrey bi navê "Çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd: Berpirsiyarî û perspektîfên navneteweyî" pêşkêşî kir.

ELISABETH DECREY: LI ÎMRALIYÊ PERGALA ÊŞKENCEYÊ HEYE

Elisabeth Decrey di destpêka axaftina xwe de got ku dewleta Tirk hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî sînor hiqûqa navneteweyî binpê dike û anî ziman ku Tirkiye bi polîtîkayên durûtiyê van binpêkirinan didomîne. Elisabeth Decrey destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên di serdema hikûmeta AKP'ê de qat bi qat zêde bûne û got, "Tirkiyeya ku di şerê li dijî gelê Kurd de israr dike, ji her pergala hiqûqê dûr ketiye. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî were çareserkirin.”

Elisabeth Decrey da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan êdî veguheriye pergala îşkenceyê û wiha domand: “Tecrîda li Îmraliyê êdî veguheriye pergala îşkenceyê. Nayê qebûlkirin ku aktorê girîng ê çareseriya pirsgirêka Kurd Ocalan di bin tecrîdê de bê hiştin.”

'DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DE KESEKÎ KÎLÎT E’

Elisabeth Decrey da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî projeyek girîng daye pêş û wiha pêde çû: “Divê em hemû zanibin ku Ocalan bi israr e ku vê pirsgirêkê bi rêbazên siyasî çareser bike. Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîda li ser wî bi dawî bibe û azadiya wî pêk were. Kampanyay ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî di vê demê de gelekî girîng e.”

BAÎER: ABDULLAH OCALAN SEREBST BERDIN

Piştî Decrey, Serokê Çep ê Ewropayê Walter Baîer bi navê "Ji girtîgehê ber bi çareseriya siyasî ve" pêşkêşiyek kir. Baîer destnîşan kir ku wekî çepên Ewropa ew ê daxwaza azadiya Ocalan bidomînin û got, "Şert û mercên binçavkirinê yên Ocalan ne tenê ne dijmirovahî ye û li dijî mafên mirovan e û di heman demê de ji bo kesên ku siyaseteke girîng diparêzin şeremek e."

Baîer destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin her kesê ku li ser feraset û paradîgmayên Rêber Abdullah Ocalan alîgirê aştiya civakî dikin û wiha axivî: “Bi  girtinên dirêj hûn nikarin fikrên mirovan bixin girtîgehê. Ev yek ne li Afrîkaya Başûr, ne li welatê Baskê û ne jî li Îrlandayê pêk nehat. Li Îmraliyê ti carî pêk nayê. Fikrên Ocalan îro li her derê ne. Li ser vê bingehê em li ser navê demokrasî û mafên sivîl dixwazin Ocalan demildest azad bibe û pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî bê çareserkirin. "

Pêşkêşiya ku ji aliyê Sînan Onal ê ku nikarîbû beşdarî konferansê bibe, bi navê "Kampanyaya Azadiyê: Hêvî û girîngiya navneteweyî" amade kir, ji aliyê endama KURD-AKAD'ê Dersim Dagdeviren ve hat xwendin. Onal di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kampanyaya ji bo azadiya Rêber Ocalan hatiye destpêkirin.

Di rûniştina duyemîn a konferansê de panela bi serenavê "Rastiya Girtîgehên Tirkiyeyê" hat lidarxistin. Di panela ku bi moderatoriya endamê Kurd-AKAD'ê yê Elmanyayê Dersim Dagdevîren pêk hat de, pêşî ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica pêşkêşiyek bi sernavê "Sîstema Girtîgeha Îmraliyê ya 25 sal weke prototîpa sîstema rewşa awarte ya girtîgehê" kir.

REZAN SARICA: LI ÎMRALIYÊ KONSENSUSEK NAVNETEWEYÎ TÊ PÊKANÎN

Sarica, di serî de anî ziman ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê karakterê xwe ya rastî daye Girtîgeha Girava Îmraliyê û şert û mercên pêkhatina komploya navneteweyî parve kir. Sarica, da zanîn ku piştî ku Rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye ragirtin tu qanûn nehatine pêkanîn û wiha got, “Qanûna navneteweyî û qanûna îltîcayê nehat pêkanîn. Ew radestî welatekî ku tê de teqez guman heye ku bi cezayê darvekirinê were darizandin û li wir dikare rastî îşkenceyê bê hat kirin. Ew siyaseta aştî û jiyankirinê da meşandin, lê li dijberî wî helwestek ku para xwe ji nirx û pîvanên demokratîk nagire, hate raberkirin. Rejîma Girtîgeha Girava Îmraliyê di encama lihevkirineke navneteweyî ya bi vî awayî de hate pêşxistin. Ev konsensusa navneteweyî ya li Îmraliyê 25 sal in bênavber didome.”

‘LI ÎMRALIYÊ TI QANÛN NAYÊ BICIHANÎN’

Parêzer Sarica, hemû bêhiqûqiyên ku Rêber Abdullah Ocalan di nava 25 salan de rast hatî parve kir û wiha got, “Piştî rabûna leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an, li Îmraliyê hemû hiqûq bi temamî hatin binpêkirin. Li welat rewşa awarte hat îlankirin û pêkanîna yekem jî li Îmraliyê ket dewrê. Tenê bi biryarekê re her şêwe amûrên ragihandinê yên weke hevdîtina bi malbatê re, wasî, serdana parêzeran, telefon, faks, name û hwd, bi kurtasî hemû têkiliyên bi cîhanê re ji bo demeke nediyar hate qedexe kirin. Hemû zagon hatin binpêkirin.”

Sarica, bal kişand ser helwesta rayedarên sazî û rêxistinên navneteweyî, bi taybetî jî CPT a li hemberî Îmraliyê û wiha domand, “Mîna saziyên din, CPT jî ji bilî tespîta qismî, ev 25 sal in wezîfeyên xwe yên pêşîgirtinê bi cih neaniye. Li cihê ku rewşê baştir bike, her ku çû xerabtir bû. Li cihê ku çavdêriyên xwe yên serdana dawî ji raya giştî re eşkere bike, şert û mercên li Îmraliyê asayî dibîne.’’

Sarica got, "Siyaset û rejîma ku li ser Ocalan tê sepandin, bi tesîreke piralî ve veguheriye şêwaza rêveberiyê ya Tirkiyeyê û rêkûpêkiya hiqûqî. Rêveberiya welat a îro rejîma Îmraliyê ava kir. Polîtîkaya li Îmraliyê hat meşandin, di aliyên siyasî, hiqûqî, aborî û civakî de mîna bûmerangekê li welêt vegeriya. "

JONASSON: DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN

Piştî Sarica, Wezîrê Dadê û Karê Hundir ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson axivî û pêşkêşiyek bi sernavê "Îmralî û asta hiqûq û siyaseta navneteweyî” kir. Jonasson, diyar kir ku divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêber Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan.

Jonasson, anî ziman ku ev 3 sal in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û ev rewş nayê qebûlkirin û got li Îmraliyê hiqûqa navneteweyî bi giştî hatiye binpêkirin.

Jonasson, da xuyakirin ku divê pirsgirêka Kurd ne bi şer, bi muzakere û dîplomasiyê were çareserkirin û got, "Aktorê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e. Ev pirsgirêk bi tecrîdê nayê çareserkirin. Çareserî muzakere ye.”

DI PÊNGAVA AZADIYÊ DE PÊVAJOYEKE NÛ DESTPÊ DIKE

Piştre jî rûniştina bi sernavê “Deriyan vekin: Rêya ku diçe azadî û aştiyê" hat lidar xistin. Di vê rûniştinê de beşdarên konferansê derketin ser dikê û li ser pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ya di 10 'ê Cotmehê de hat destpêkirin divê di dema pêş de çawa bê meşandin, nîqaş kirin.

ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ: HEYA AZADIYÊ

Piştî nîqaşan encamnameya konferansê hate aşkerakirin. Encamname bi vî rengî ye:

 “Di Konferansa Navneteweyî ya di çarçoveya mijara "Girtiyên Siyasî yên li Tirkiyeyê: Lêgerîna Rêya Azadî û Aştiyê" mijara girtiyên siyasî yên Kurd hatiye nîqaşkirin û bi taybet jî mijara ku ev 3 sal in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin, hatiye nîqaşkirin. Her wiha di konferansê de mijara 'Pirsgirêka Kurd' û çareseriyên siyasî hatin nirxandin û nîqaşkirin.

Akademîsyenên navdar, endamên sendîkayan, partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas û parlamenter beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de bi zimanekî zelal hate aşkerakirin ku Rêber Apo jî di nav de girtina hucreyan ya bêhiqûq û zalimane ya girtiyên siyasî yên Kurd, îşkenceyê teşkîl dike û ev yek tu caran nayê qebûlkirin.

Di encama konferansê de van hemû kesayetên rêzdar û nûnerên saziyan bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ya ji bo pêngava “Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” dane xuyakirin.

Di konferansê de girîngtirin mijar jî ew bû ku beşdar ji hemû gavan zêdetir ji bo tenduristî  û ewlehiya Rêber Apo bi fikar in. Girtina hucreyê ya bênavber a Rêber Apo ku ev 3 sal in berdewam dike, ji bo tenduristiya Rêber Apo ya fîzîkî û derûnî xetereyeke mezin e. Ji ber vê yekê ji bilî agahiyên ku bi hinceta  ‘rêbazên dîsîplînê’ hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin û îdîaya gefên kuştinê, derbarê rewşa Rêber Apo de tu agahî li ber destê me tune ye.

Her wiha di demê pêş de divê çi bê kirin me li ser nîqaş kir û me ev biryar girtin:

*Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bê rakirin û ji bo ku Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, pêwîste Konseya Ewropa bi lezgînî bikeve tevgerê.

*Ji ber ku 3 sal in ti agahî ji Birêz Ocalan û hevrêyên wî nayê girtin û ji ber cidiyeta gefên gengaz ên li ser jiyana wî, em bang li Sekreterya Giştî ya Konseya Ewropayê û Meclisa Parlamenteran, raportorê Taybet ê Êşkenceyê YE û NY’yê dikin ku heyetek demkî ya lezgîn ji bo biçin serdana Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê li hev bicivin.

*Ji bo rewşa xeternak a li Îmraliyê di çapemeniya herêmî û navneteweyî de cihek berfireh bigire divê hewldanek mezintir çêbe.

* Divê sendîkayan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, di demeke guncaw de greva giştî ya deqeyek binirxînin û pêkbînin.

*Divê parêzer ji ber gumanên dijîn bi baroyên ku endamên wan in re têkiliyê deynin fikarên xwe parve bikin û piştre ji Wezaretên Dadê yên li welatên xwe re û ji hempîşeyên xwe yên hiqûqî yên li Tirkiyeyê re werin şandin.

*Hewce ye mijar bi taybet jî Yekitiya Ewropayê û Civaka Ewropayê were rojeva hemû meclîsên neteweyî.

*Divê demildest hemû alîkariyên aborî û leşkerî yên ji bo dewleta Tirk ku qanûna xwe û qanûna navneteweyî binpê dike, werin sekinandin. Çekên ku ji Tirkiyeyê re tên firotin, her roj li Kurdistanê li dijî gelê Kurd ji bo sûcên şer tên bikaranîn.

*Weke ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 18'ê Adara 2014'an de di biryara xwe ya derbarê Rêber Apo de, diyar kiribû ku divê ji bo azadiya Rêber Apo guhertinên qanûnî werin kirin. Di vê çarçoveyê de divê Rêber Apo li hemberî dagirkerî û şerê Tirkiyeyê yê li dijî gelê Kurd ku bi dehan salan e berdewam dike, di çareseriya siyasî ya adilane, aştiyane û demokratîk de  girêdayî şert û mercên ku roleke girîng bilîze, were berdan.”