Yekîneyên Foca Agirkujiyê ya Qamişloyê li 22 nuqteyan belav bûne

Foca Agirkujiyê ya Qamişloyê ji bo parastina zeviyan ji şewatan, ji Amûdê heya Eyn Dîwarê 22 nuqte ava kirine û rewşa seferberiyê ragihand.

Yekîneyên Foca Agirkujiyê ya Qamişloyê li 22 nuqteyan belav bûne
4 hezîran, 2026   14:11
QAMIŞLO

Foca Agirkujiyê ya bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê plana awarte ya parastina erdên çandiniyê ji şewatan ragihand.

Daxuyaniya li pêşiya avahiya focê ya li bajarê Qamişloyê hate dayîn û ji aliyê rêveberê focê Hisên Mihemed ve hat xwendin.

Hisên Mihemed diyar kir ku tevahî tîmên agirkujiyê ji bo bersivdayîna bangewaziyan û destwerdana lezgîn a şewatan di amadebaşiyê de ne. Mihemed bang li şêniyan kir ku bi tîmên agirkujiyê re tevkariyê bikin û bi rihê berpirsyariyê tev bigerin.

Mihemed destnîşan kir ku li gelek gundan tîmên xwecih ên dildar hene ku bi focê re hemahengiyê dike.

Li gorî plana focê, 22 nuqte ji bo parastina zeviyan hatine destnîşankirin. Nuqteyên ku tîmên agirkujiyê lê belav bûne, wiha ne:

Foca agirkujiyê ya Qamişloyê wekî nuqteyeke navendî ya sabit e. Nuqteyên Hîmo, Şorik, Girbawî, Hilwa, Xeznê û Leylanê pê ve girêdayî ne.

Tirbespiyê: Gaziya Şabo, Til Marûf, Xaçerêya Mizgeftê û Maşûq.

Amûdê: Bajarê Amûdê, Sinceqa Sadûn û Çaxir Bazar.

Çilaxa: Çilaxa û Kêşikê.

Girkê Legê: Xala agirkujiyê ya Girkê Legê.

Dêrik: Dêrik, Eyn Dîwar, Zihêriyê, Til Koçer û Til Hemîs.

Hisên destnîşan kir ku tevî plana belavbûna tîman, hejmarên telefonan hatine destnîşankirin da ku welatî bikarin rasterast peywendiyê çêkin. Her wiha xalên gerok jî hatine avakirin.

(bb)

ANHA