Cenazeyê şehîd Fayîz Ebdî bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Fayîz Feysel Ebdî bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Fayîz Ebdî bi merasîmekê hat veşartin
4 hezîran, 2026   13:58
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fayîz Feysel Ebdî yê ku 18‘ê Çileya îsal li ser rêya Ebyet şehîd bûbû, îro bi merasîmekê hat oxirkirin.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê ve li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir hat lidarxistin. Di merasîmê de şênî tevî endamên saziyên sivîl û Asayîşê pêk hat.

Girseyê wêneyên şehîd, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Asayîş, YPJ û YPG‘ê hildan. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdurehman Enter axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Enter di axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Di şexsê şehîd Fayîz de em ê berxwedanê bidomînin ta hemû komplo û êrişên li ser herêmên me têk bibin."

Bi navê Kongra Star Nûra Hesen jî anî ziman ku bi saya keda şehîdan e bi rûmet û ewle li ser axa xwe dijîn. Her wiha got, fedakariyên şehîdan dê jêdera hêzê û îradeya domandina têkoşînê bimîne.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Li ser daxwaza şehîd cenazeyê wî birin gundê Dîkê û li wir hat veşartin.

(bb)

ANHA