Şêniyên Efrînê bi derfetên xwe rêyan sererast dikin

Şêniyên gundê Şêxurêz ê navçeya Bilbilê yê bajarê Efrînê bi derfetên xwe rêyên gund sererast dikin.

Şêniyên Efrînê bi derfetên xwe rêyan sererast dikin
4 hezîran, 2026   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên gundê Şêxurêzê yê navçeya Bilbilê yê bajarê Efrînê piştî ku di çarçoveya peymana 29‘ê Çileyê de vegeriyan gund, bi derfetên xwe yên xweser dest bi sererastkirina rêyên gund kirin.

Gundiyan bi rêya teraktoran û derfetên ber dest rêyên beşên jêrîn û navîn ên gund, her wiha rêya diçe goristana gund û bîra avê sererast dikin.

Ev xebat di çarçoveya hewldanên şêniyan ên başkirina rewşa xizmetguzarî û birêxistinkirina kar û barên xwe de tê kirin, nemaze tu projeyên ximzetguzariyê ji aliyê hikumeta demkî ve nehatin pêşkêşkirin.

(bb)