Nedîm Seven: Danheviyên şoreşgerî derbasî qonaxeke nû tê kirin 

Ji delegeyê Kongreya 12'emîn a PKK'ê Nedîm Seven destnîşan kir ku danheviyên şoreşgerî derbasî qonaxeke nû ya civakî û siyasî tê kirin û got, "Wezîfeya ji niha û pê ve ya wan ew ku mîrateya şoreşgerî ya PKK'ê bi perspektîfa sosyalîst û demokratîk a nû ragihîne."

Nedîm Seven: Danheviyên şoreşgerî derbasî qonaxeke nû tê kirin 
25 gulan, 2025   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Nedîm Seven anî ziman ku di çarçoveya perspektîfên Rêber Abdullah Ocala  de ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, wan kongreyek pêk anîn û hemû hevalan bi îradeyeke mezin dilsoziya xwe ya bi biryarên Rêber Apo re nîşan dan, ji niha û pê ve jî weke kadroyên kevneşopiya Apoyî wê bi biryar bin ku di vê xetê de bimeşin.

Nedîm Seven di şexsê kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de şehîdên têkoşîna azadiyê hemû bi bîr anî û anî ziman ku ew derbasî nava pêvajoyeke dîrokî bûne.

Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku kongre asteke dîrokî ye û got, "Ev yek tenê dawiyek nîn e, di heman demê de ew ast e ku danheviyên şoreşgerî derbasî qonaxeke nû ya civakî û siyasî tê kirin. "

Seven destnîşan kir ku di dîroka têkoşînê ya 42 salan de PKK ne tenê weke rêxistinekê, di heman demê de weke amûreke veguherîna civakî bê nirxandin û got, "Eger PKK tenê weke partiyekê bê nirxandin wê kêm be. Nirxên şoreşgerî yên hatin afirandin, dînamîkên azadiyê û têkoşîna bi pêşengiya jinê danheviyeke welê afirandin ku dikarin rê nîşanî sedan salan bide."

Seven bi taybetî bal kişand ser tevgera azadiyê ya jinê û got, "PKK'ê xeteke welê destnîşan kir ku bi pêşengiya jinên Kurd li dijî her cûre koletiyê tê dikoşe. Ev yek ne tenê li Kurdistanê, bandor li tevahiya cîhanê kir. "

Têkildarî nîqaşên li ser têkoşîna çekdarî jî Seven anî ziman ku ev rêbaz di cewhera paradîgmaya Apoyî de nîne, lê belê di şert û mercên demê de neçarî bû û got, "Li hemberî me avaniyeke netewe dewletê, faşîst û modernîteya kapîtalîst hebû. Berxwedana çekdarî di nava wan şert û mercan de mecbûrî bû. Lê belê em niha derbasî nava demeke nû dibin."

Seven diyar kir ku di kongreyê de rexnekirin û rexnedayin bi berfirehî hatin nîqaşkirin û got, "Pirsên li ser, 'Ev veguherîn çima bi derengî hate kirin, çima guherîn bi zehmetî pêk hat' bi rengekî ji dil hatin nirxandin. Rabirdû hate nirxandin û berpirsyariyên ji bo dema nû hate diyarkirin. "

Seven destnîşan kir ku wezîfeya ji niha û pê ve ya wan kadroyan e ku mîrateya şoreşgerî ya PKK'ê bi perspektîfa sosyalîst û demokratîk a nû ragihîne.