Rewşenbîrên Kurd: Pêvajoya aştiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî dest pê dike

Rewşenbîrên Kurd ên li bajarê Hesekê diyar kir ku Newroza îsal Newroza peyama hêvî û aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bû, lê rayedarên Tirk ji tirsa encamên wê yên siyasî û civakî yên li ser gelê Kurd hewl da vê peyamê asteng bikin.

Rewşenbîrên Kurd: Pêvajoya aştiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî dest pê dike
31 adar, 2025   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di Newroza îsal de, çavên Kurdan li peyameke dîrokî ya ku dihat payîn ji Îmraliyê bê dayîn bû. Lê tevî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ya di 27'ê Sibatê de jî dewleta Tirk rê neda ku Rêber Abdullah Ocalan bi boneya Newrozê ji gelê Kurd û cîhanê re peyama Newrozê bike.

Endama Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Ezher Ehmed banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di girtîgehên dewleta Tirk de kir û da zanîn ku Tirkiye ku gelê wê di nava qeyranên navxweyî de ye, di Newroza îsal de ji bertekên girseyî yên gelê Kurd ditirsiya. Ehmed her wiha got: “Newroza îsal cuda bû. Weke ku me li gelek deverên Kurdistanê û cîhanê jî dît, Kurd ligel gelên din beşdarî pîrozbahiyan bûn, lê di wê demê de piştî girtina şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Tirkiye rastî aloziyên navxweyî hat.”

‘DEWLETA TIRK HEWL DIDE BANDORA RÊBERTÎ KÊM BIKE’

Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya astengkirina têkiliya bi gelê Kurd re û nehişta ku gel rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bizanibe, dixwaze bandora Rêber Abdullah Ocalan a li ser gelê Kurd kêm bike. "

Her wiha anî ziman ku Tirkiye li dijî pêvajoya aştî û demokrasiyê ya ku ji aliyê Rêbertî ve hatiye ragihandin disekine û hewl dide wî ji gelê û doza aştiyê dûr bixe.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ezîz Silêman jî diyar kir ku banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan piştrast dike ku dema pêkanîna aştiyê li herêmê hatiye. Her wiha got: "Rêbertî daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku dest ji çekan berde û beşdarî proseya sîyasî bibe, ev yek jî dide nîşan ku ew pabendî aştiyê ye.”

‘DEWLETA TIRK HÎN JÎ JI AŞTIYÊ DÛR E’

Silêman diyar kir ku Tirkiye ji bo aştiyê tu gavên erênî neavêtiye, êrişên xwe yên li ser Kurdan didomîne û komkujiyan li dijî wan pêk tîne, wekî çawa herî dawiyê li Kobanê pêk anî. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk ji aştiyê re ne amade ye û got: "Dihate payîn ku Newroza îsal bibe Newroza aştiyê ya Kurdistan û Rojhilata Navîn, lê dewleta Tirk hîn ji wê pêvajoyê dûr e.”

‘AŞTÎ BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ DEST PÊ DIKE’

Silêman anî ziman ku heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe pêvajoya aştiyê pêk nayê û got: "Girtiyekî ku di bin sîstemeke qirkirin û îşkenceyê de ye, çawa dikare li ser projeya aştiyê bixebite.”

(k)

ANHA