`Yê aştiyê bi rê ve dibe dîlgirtî ye, wê demê aştî dê çawa pêk were?’
Kesayetên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, dateyên civînên xwe yên bi Rêber Abdullah Ocalan re vegotin. Her wiha diyar kirin “Yê aştiyê bi rê ve dibe, rêberê me ye ku dîlgirtî ye. Dê demê aştî dê çawa pêk were?"
Rêber Abdullah Ocalan beriya zêdetirî 24 salan ji aliyê dewleta Tirk ve bi tevlêbûna gelek dewletên navneteweyî dîl hate girtin. Ji 25`ê adara 2021`an ve, desthilata Tirk têkiliya Rêber Abdullah Ocalan bi derve re qut kir, nehişt ew bi malbat û parêzerên xwe re bicive.
Kesayetên bi Rêber Abdullah Ocalan re di dem û cihên cuda de rûniştine, behsa pergala îşkence û qirkirnê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin. Her wiha diyar kirin ku ew dev ji azadiya wî ya fîzîkî bernadin.
‘XWE NE BI KESAYETA MIN, BI RAMANÊN MIN VE GIRÊ BIDIN’
Sultana Şukrî sala 1984`an li taxa Seyf El Dewle ya Helebê bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye. Sultana axaftin û nîqaşên wê civînê vegotin.
Sultana got Rêber Abdullah Ocalan dilnizm e û wiha domand: "Di civînekê de, yek ji kesên tev li civînê bûne, pesnê Rêber Abdullah Ocalan da. Rêbertî wê demê got xwe ne bi kesayeta min ve, lê bi ramanên min ve girê bidin.”
`JI BO GELÊ XWE HER TIŞT PÊŞKÊŞ KIR`
Her wiha Sultana behsa axaftineke din a Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Rêbertî bi dirêjî behsa çand û exlaq kir, çawa em xusletên nebaş bi rêya xwerêxistinkirinê û pêşxistina hişmendiya xwe, bikin xusletên baş. Got ev guhertin berpirsyariya jinan e bi taybet a dayîkan e. Ji ber ku ew dikarin bi hestên xwe vê guhertinê çêkin."
PERSPEKTÎFÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN
Sultana, bersiva Rêber Abdullah Ocalan a pirsa, çima ewqas girîngî dide dayîkan bi bîr xist û got: "Hûn tişta ez dibêjim rast fêm dikin. Sedem ew e ku jin, herî zêde hatiye şikandin û zulm lê hatiye kirin. A ku bê berdêl dide, dikeve û careke din li ser lingan disekîne, dayîk e. karên dayîk bike tu mêr li vê cîhanê nikare bike."
Sultana pergala îşkence û qirkirinê ya ku desthilata Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, red kir û got: "Nabe ti dewlet danûstandin bi vî şekî bike. Ew nahêlin Rêber Abdullah Ocalan bi parêzer û malbatê re bicive. Ev kiryar derqanûnî ye."
Mihemed Cemîl Ewlo jî 4 caran bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye ku 2 caran li Şamê û 2 caran li Lubnanê bû. Ewlo diyar kir ku ne pêkane, ew axaftinên Rêber Abdullah Ocalan ji bîr bike û wiha pê de çû: "Rêbertî, kesayetekî wisa ye ku nayê ji bîr kirin. Her tim digot, qenciyekê li xwe bikin, xwe û nasnameya xwe biparêzin. Dev ji xwe bernedin. Di zehmetiyan de piştgiriya hevdu bikin, ji kîndariyê dûr kevin. Karê xwe bi hezkirin û fedakarî bikin ji bo ku encamên bi dilê xwe bi dest bixin."
‘AZADIYA FÎZÎKÎ BI ASTA TÊKOŞÎNÊ VE GIRÊDAYÎ YE’
Ewlo nerazbûna xwe li hember pergala îşkence û qirkirinê nîşan da û got: "Rêber me zêdetirî 24 sal e dîl hatiye girtin. Bi tawanên nerast pergala îşkence û qirkirinê li ser didomînin."
Ewlo ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê dewleta Tirk fêm bike ku nikare tevgera me û doza me tune bike. Her çiqas bike jî, lê nikare wê armancê bi dest bixe. Gelê me yê li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan dimeşe, êdî xwe nas kiriye û dev ji mafê xwe bernade."
Bi nêrîna Ewlo, bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi asta têkoşînê ve girêdayî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bi kar û berxwedana me, cîdiyeta me li hember doza me ve girêdayî ye. Divê em hêviyê qut nekin ku rojekê em ê Rêber Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin. Ev armanc dê di demeke nêz de pêk were. Ew di dilê me de ye."
‘ME XWE DI KESAYET Û BERXWEDANA WÎ DE DÎT’
Qenber Hisên Beko bavê şehîd Şînda (Sultana Beko) ye ku di sala 1999`an de li baurê Kurdistanê şehîd bûye. Beko got: "Em minetdarên Rêber Abdullah Ocalan in ku her tişt ji bo me kir. Me xwe di kesayet û ramanên wî de dît. Bi saya wî em winda nebûn. Kurdan xwe bi ramanên wî îsbat kir."
Beko di dawiyê de got: "Em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin. Em ê bi kar azadiya wî bi dest bixin. Ev mafê me yê rewa ye. Em xwediyê heq in. Divê ew bihêlin Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Em şer naxwazin, lê aştiyê dixwazin. Yê aştiyê bi rê ve dibe jî, rêberê me ye ku dîlgirtî ye, wê demê aştî dê çawa pêk were?"
(şx/k)