YCWK'ê li Edeneyê çalakî kir

YCWK'ê TIR'ek ku alav dibir ji qereqolên Tirk ên li Kurdistanê re, li ser rêya Edene-Tarsûsê şewitand. Her wiha hişyarî da dewleta Tirk ku dê bersivê bidin her êrişeke dewleta Tirk.

YCWK'ê li Edeneyê çalakî kir
20 cotmeh, 2023   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, tespît kirine ku TIR'ek alavan dibe ji qereqolên Tirk ên li Kurdistanê re. Di daxuyaniyê de hate gotin, 19'ê Cotmehê saet di 00:25'an de yekîneyên wan li ser rêya Edene-Tarsûsê agir berdane TIR'ê û îmha kirine.

Di daxuyaniya YCWK'ê de wiha hate gotin:

"Divê hikumeta dewleta Tirk zanibe ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' û li hemberî êrîşên li Rojava yên li ser sivîlan, em ê çalakiyên xwe hîn bi xurtî û berfireh dewam bikin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were çalakiyên me wê dewam bikin. Em ê ti carî nehêlin ku êrîş li ser destketiyên me bêne kirin ku bi berdêlên giran, bi dayina bi hezaran şehîdan hatine afirandin. Em ê qat bi qat bersivê bidin her êrîşeke we."