YBŞ: Ji bo pirsgirêk mezin nebe pêwîste hevalên me bêne berdan

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re da zanîn ku 5 şervanên wan di encama êrişeke pîlankirî de ketine destê artêşa Iraqê û ev hişyarî da: “Ji jiyana hevalên me artêş berpirsyar e, ji bo pirsgirêk mezin nebe pêwîste berdana hevalên me dereng nekeve. Ger bi vî rengî nebe ji bûyerên ku derkevin dewlet bi xwe berpirsiyar e.”

YBŞ: Ji bo pirsgirêk mezin nebe pêwîste hevalên me bêne berdan
20 adar, 2025   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Berxwadana Şengalê (YBŞ) derbarê êriş û provaokasyonên artêşa Iraqê ya li Şengalê û rewşa dawî de daxuyaniyek belav kir. Fermandariyê di daxuyaniyê de da zanîn ku êrişa komek ji artêşa Iraqê ya şeva 18’ê Adarê bi awayeke pîlankirî hatiye kirin û di encam de hin ji wan birîndar 5 şervanên YBŞ’ê di destê artêşê de ne û Fermandariya YBŞ’ê da zanîn ku daxuyaniyên ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine dayîn ji rastiyê dûr û bê bingehin, rastî ewe ku kemîn li ber hêzên wan hatiye danîn.

Fermandariya YBŞ’ê her wiha ji raya giştî re ragihand ku heya niha hemû hewldanên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkê ji aliyê artêşa Iraqê ve bê bersiv hatiye hiştin. Fermandariyê bertek nîşan da ku şervanên YBŞ’ê yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine weke ‘çete’ werin dîtin û bi madeya ‘terorê’ werin dadgehkirin.

Fermandariya YBŞ’ê di berdewama daxuyaniyê de bang li berpirsên artêşa Iraqê û berpirsan dike da ku şervanên wan demildest serbest bêner berdan û dibêje ji bo serbestberdana hevalên wan çi pêwîst be ewê bikin û ji bûyerên muxtemel jî wê dewleta Iraqê berpirsyar be.

Berfirehiya daxuyaniya YBŞ’ê bi vî rengî ye;

‘’Weke hemû raya giştî pê hesiya, di dîroka 18’ê Adarê de bi şev derdora saet 23:00’an de ji aliyê komek ya artêşa Iraqê ve li ser wesayîtek ya hêzên me yên YBŞ’ê êrişeke nemerdane çêbû. Di encam de 5 hevrêyên me niha di destê artêşa Iraqê de ne. Tevî ku ev hevrêyên me birîndar jî bûne, li wan heqaret hatiye kirin û ev di torên medya digital de jî hatine belavkirin. Û hîna jî em aqûbeta van 5 hevalên xwe nizanin. Tevî bûyer qewimî jî her çiqasî me xwest vê bûyerê di navbera xwe û artêşa Iraqê de çareser bikin, lê ev hewldanên me ji aliyê artêşa Iraqê ji nedîtî û nebîhistî ve hatin. Me heya niha jî her daîm pirsgirêkên ku di qadê de rû daye bi berpirsiyarî nêzîk bûne û çi bûyer çêbû jî me her xwest bi awayeke dostane çareser bikin. Heya niha ne ku di qadê de pirsgirêk çênebûn, lê ji ber her demî em hesas nêzî ewlehiyê herêmê bûne û bi awayeke maqûl me xwest çareser bikin.

Heqê kesî nîne hêzên me weke çete nîşan bide

Tevî bûyer bi vî rengî ye, niha di hin daxuyaniyên baskê artêşê de ev hevalên me yên ku hatine girtin weke irhabî (terorîst), weke çete didin diyarkirin. Dinya alem hemû jî dizanin hêzên YBŞ’ê hêzên ku Şengal ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirine û pişt re jî kesên ewlekariya Şengalê diparêzin bi xwe ne. Lê ev hêza fedekar, kedkar û fedayî îro dixwazin reş bikin û bi awayek berûvaj ji bo armancên siyasî û li gor berjewandiyên hinek aliyan ku îradeya azad a Êzidiyan nas nakin, bidin nîşandan. Li gor vê heqê ti kesî nîne ku hêzên me yên parastinê weke ‘çete’ bide diyarkirin û gotinên tewanbarî yên bê bingeh li hember wan bikar bîne.

Bi awayeke pîlankirî kemîn hatiye danîn

Bila hemû raya giştî bizanibe ku ev hevalên me gava li ser erkê xwe bûn, di navenda Şengalê de gava di rêka asayî de derbasî cihê xwe dibûn, ji aliyê komekê artêşa Iraqê tevî saziyeke ewlekariyê ve li pêşiya wan kemîn hate avêtin û bi awayeke plankirî seyarên hevalan dorpêçkirin û yekser bi guleyan êrişê hevalên me kirine. Di encam de ji hêla hin fermandarên dewletê ve bi vî rengî provakasyon hatiye çêkirin. Weke li ser daxuyaniyên xwe didin diyarkirin ev hevalên me kesekî negirtine û ne jî li pey ti kesî bûn. Ger ku bûyerek bi vî rengî heba, dikaribûn fermandariya YBŞ’ê agahdar kiriban û wê demê emê bi hev re li ser bûyerê sekînîban. Lê belê li ser vê buyerê daxuyaniya hin baskên artêşê dane diyarkirin bê bingehe û durî rastiyê ye. Îdiaya ku kirin tiştek ji derveyî aqil e ku em xelkê xwe birevînin, dema ku tiştek hebe em dikarin xelkê xwe vexwînin û bi hev re çareser bikin.

Bi giştî tiştê ku artêşê kiriye ne ji rêzê ye û bêbextiyeke mezin e. Ne hêsan e bi awayeke nemerdane derdorî hevalên me bigrin û êriş bikin. Dûh yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine, yên ku hiştine Iraq bi awayeke ewle derbasî Şengalê bibe, îro ji dixwazin derxînin mahkemeyan û dadgeh bikin.

 Pêwîste hevalên me demildest serbest bêne berdan

Em vê bûyera ku li ser hêzên me yên YBŞ’ê qewimî bi tundî şermezar dikin û weke hêzekî leşkerî em vê bûyerê qebûl nakin û divê teqez ev hevalên me bêne berdan.  Ji bo wê, ji bo ev hevalên me bêne berdan çi pêwîst be emê bikin. Lê daxwaza me ew e ku ev bûyer bê pirsgirêk were çareserkirin. Ji bo wê, em weke miletê Êzîdî û weke hêzên parastina Şengalê bang dikin ku hêzên berpirs ên Iraqê bi awayekî berpirsiyar tevbigerin. Niha hevalên me yên girtî û yên birîndar di bin berpirsiyariya artêşê de ne. Loma ev hêz, ji jiyana hevalên me berpirsiyar in. Ji bo pirsgirêk mezin nebe pêwîst e berdana hevalên me dereng nekeve û bên berdan. Ger bi vî rengî nebe bûyerên ku derkevin dewlet bi xwe jê berpirsiyar e.”