Şerê Rûsya û Ukrayna: Kesek hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê 132 dronên Ukraynayê xistin. Ukraynayê jî ragihand ku di êrişên berfireh ên rûsyayê de kesek hatiye kuştin.

Şerê Rûsya û Ukrayna: Kesek hat kuştin
20 adar, 2025   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî di saetên şevê de herî kêm 132 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Wezaretê bi daxuyaniyekê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî 54 dron li herêma Saratov  (700 km li rojhilatê Moskovê) û 40 dronên din li asîmanê Voronezh xistin.

Hêzên Parastina Hewayî yên Ukraynayê piştrast kir ku hêzên Rûsî bi şev êrişeke berfireh a bi dronan li ser Ukraynayê pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Herêma Xarkovê, "Balafirên Rûsyayê bi qasî 20 bombeyên xwarê avêtin ser bajarê Kupianskê yê li rojhilatê eniya şer. Di encamê de kesek mir, hin kes jî birîndar bûn, binesaziya sivîlan jî bi zerar bû."

(bb)