Yaşar Guler bi Qubad Talebanî re civiya

Wezîrê şer ê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê de bi cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.

Yaşar Guler bi Qubad Talebanî re civiya
7 sibat, 2024   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ku di nav de Wezîrê Şer ê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak jî di nav de, di çarçoveya peywendiyên xwe yên li Hewlêrê de bi cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.

Berdevkê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî têkildarî naveroka hevdîtina di navbera Wezîrê Şer ê dewleta Tirk Yaşar Guler û cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî de ragihand ku di hevdîtinê de li ser çend mijarên di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Tirk de hatiye gotûbêjkirin.

Şandeya dewleta Tirk a dagirker ku di nav de Wezîrê Şer ê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak heye ev du roj e li Hewlêrê ye, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên şerxwaz de bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, bi şandeya Eniya Tirkmen a Iraqê, Wezîrê Karên Hindur ê hikumeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re hevdîtin pêk anîn.