Gundên Şera û Şêrawayê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Tinibê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kir, di encamê de leşkerek birîndar bû, her wiha gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê topbaran dike.

Gundên Şera û Şêrawayê tên topbarankirin
7 sibat, 2024   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Tinibê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir, di encamê de leşekerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di heman kêliyê de artêşa Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

(fr)
ANHA