ˊTu hêz nikarin me ji xaka me bi dûr bixinˊ

Şêniyên gundên eniyên şer ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrî teqezî bi domandina berxwedanê da û got: "Tu hêz nikarin me ji xaka me bi dûr bixin."

ˊTu hêz nikarin me ji xaka me bi dûr bixinˊ
8 sibat, 2024   04:34
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê der barê sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, avahiyên binesazî û xizmetguzariyê de destnîşan kir ku çiqas êriş giran bibin dîsa jî ew dev ji gund û malên xwe bernadin.

Hemîd Mûsa yê ji gundê Dêrna Qulinga yê li ser sînorê dewleta Tirk a dagirker ê başûrê navçeya Tirbespiyê ji ajansa me re wiha axivî: "Artêşa Tirk a dagirker gundên me gulebaran dike û hin caran bi guleyên obîs û hawinan topbaran dike. Em dizanin ku ev yek rêbaza valakirina herêmê û dagirkirina wê ye. Lê her çiqas berdêl giran be dîsa jî em dev ji gundên xwe bernadin."

Gulistan Mihemed a ji gundê Maşûq destnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker şênî bê kehrebe û bê av man û got: "Hemû pêkhateyên herêmê ji bo parastina wê şehîd dan. Îro ev êriş îradeya me lewaz nakin. Berovajî wê îsrara me ya serkeftinê mezintir dikin."

Seîd El Ebûd ê ji gundê Mizgeft diyar kir ku pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker dîsa jî dev ji pergala xwe ya demokratîk ku tê de bi ewlehî û aramî dijîn bernadin û got: "Tu hêz nikarin me ji xaka me bi dûr bixin."

Welatiya bi navê Safiye Mihemed a ji gundê Girê Pirê destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker valakirina herêmê, dagirkirina wê û guhertina demografiya wê ye."

Safiye Mihemed teqezî bi domandina berxwedanê li hember êrişan da.

(mh)

ANHA