Xwepêşandanên li Hindistanê: Rayedar ji kar hatin dûrxistin

Rêveberê Polîsên Bajarê Kalkûtayê û hejmareke rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê ji ber bûyera  tecawizkirin û qetilkirina bijîşkekê ji kar hatin dûrxistin. Berdevkê Eniya Eniya Bijîşkên Stajyar a Bengala Rojava ragihand ku heta lêpirsîn di vê dozê de temam nebe, xwepêşandanên wan ranawestin.

Xwepêşandanên li Hindistanê: Rayedar ji kar hatin dûrxistin
17 îlon, 2024   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Kalkuta yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê 9’ê tebaxê bijîşkek jin hat tecawizkirin û paşê hat qetilkirin. Piştî bûyerê li gelek deverên Hindistanê bijîşk û jin bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" xwepêşandan li dar xist.

Li gelek deverên Hindistanê xwepêşandan hinekî sar bûn, lê li Kalkutayê berdewam in.

Serokwezîra Ayaleta Bengala Rojava Mamata Banêrcî ragihand ku piştî civîna bi bijîşkan re ku duşemê pêk hatibû, komîserê polîsên Kalkutayê û 2 berpirsên rêveberiyên tenduristiyê ji kar hatin dûrxistin.

Mamatî ku piştî civînê ji rojnamevanan re axivî  got: "Me lihev kir ku mudîrê xebatên tenduristiyê û mudirê fakulteyên tibî ji kar bên dûrxistin."

Mamatî wiha domand: "Li ser daxwazên bijîşkên stajyar dê komîserê polîsên Kalkutayê Fînît Gopal ji kar were dûrxistin."

Mamatî bang li bijîşkan kir ku vegerin karê xwe û got çalakiya wan bandor li xebatên destwerdana lezgîn dike.

Lê berdevkê Eniya Bijîşkên Stajyar a Bangala Rojava Anîkît Mahato diyar kir ku heta lêpirsîn di dozê de temam nebe çalakiya wan berdewam e.

Piştî bûyerê, kesek bi tawana kuştinê hate girtin, lê hikumeta wîlayata Bangala Rojava têkildarî mijulbûna wê bi lêpirsînê re, rûbirûyî rexneyan ma.

Bi hezaran xwepêşandêr roja duşemê daketên kolanên bajêr û ji bo mexdûrê banga edaletê kirin.

(şx)