Li Licê dorpêçî û liv û tevgera leşkerî didome

Li gundê Pêçar ê navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatî destpêkirin, dewam dike.

Li Licê dorpêçî û liv û tevgera leşkerî didome
17 îlon, 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî ajansa ANF’ê balafirên şer û helîkopteran di çarçoveya operasyona ku du rojan beriya niha dane destpêkirin de qadên li Gundên Amedê weke Lîce, Çemê Sarume, Zikte û ‘Şehîd Remzî’ bombebaran kirine. 

Hate ragihandin ku her çend li hin deveran dorpêç hatiye rakirin jî liv û tevgera leşkerî berdewam dike.