Çeteyan 3 welatî li Efrînê revandin

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 welatî revandin.

 Çeteyan 3 welatî li Efrînê revandin
17 îlon 2024   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker welatiyên bi navên Xelîl Ekrem Xincik, Ehmed Ebû Xelîl û Hisên Kemûne yên ji gundê Nisiriyê yê bajarê Cindirêsê ne revandin.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin çeteyan li beramberî serbestberdana her sê welatiyan 2 hezar dolar ji malbatên wan xwestine.

(bb)