‘Xweparastin yekane rêya pêşîgirtina qirkirinê ye’

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê behsa girîngiya pêkanîna rêgezên xweparastinê kir û diyar kir ku xweparastin rêya têkbirina planên dijminan û pêşîgirtina qirkirinê ye.

2 ÇILE, 2025   04:10
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Xweparastin yek ji girîngtirîn rêgezên parastina hebûnê, misogerkirina jiyanê, parastina mafan û bidestxistina azadiyan e.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve di pêkanîna rêgezên xweparastinê de li hember êrişên li ser wan, xwedî ezmûneke serkeftî û nêzîkbûneke zelal bûn.

Şêniyan piştî ku di şerê xwe de bi ser ketin jî, dest ji vê rêbazê berneda. Piştî têkbirina planên dagirkeriyê bi şev û roj xwe li ser esasê parastina cewherî ji bo parastina ewlehiya herêma xwe bi rêxistin kir.

Şêniya bi navê Nisrîn Reşîd bal kişand ser naveroka xweparastinê û wiha got: "Xweparastin ne tenê hilgirtina çekan e, lê belê wateyên mezintir yên xweparastinê hene, bi xweparastinê kes û civak jî dikarin nirx û destkeftiyên xwe biparêzin.

Nisrînê bal kişand ser girîngiya xweparastinê di vê qonaxê de û wiha got: "Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi pêkanîna sîstema xweparastinê heye, ciwan û kal, jin û mêr. Ji ber ku şerê taybet li dijî şoreşê tê kirin, bersiva herî guncaw a ji bo vî şêwazê şer, xweparastin e.

Şêniyê bi navê Fehmî Hemdî bal kişand ser êşên ku di dema krîza Sûriyeyê de kişandine û wiha got: “Krîza Sûriyê zêdetirî deh salan berdewam kir, me pir zehmetî û êş kişandin, lê me bi rêbazeke parastinê ya bibandor xwe parast. "

Fehmî bal kişand ser rola xweparastinê û wiha got: "Ji derveyî xweparastinê ti rêyek din tine ku em hebûna xwe biparêzin. Bandor û encamên xweparastinê ji qadên din ên têkoşînê girîngtir e. Eger parastin tune be wê dagirker zû bighêjin armancên xwe û planên xwe pêk bînin.” 

Zûhêr Xelîl jî behsa erkên şêniyan kir û got: "Erkêa me yê bingehîn li hember welatê me parastina wî welatî ye Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker rewşa li Sûriyeyê bikar tîne û dijminatiya xwe ya li hemberî me zêde kiriye.”

Xelîl her wiha got: "Tişta ku ji me tê xwestin, parastina xwe, civak û welatê xwe ye. Hebûn û jiyana me wê bi xweparastinê were mîsogerkirin û her kesê ku pabendî vê rêbaza parastinê nebe, di bin metirsiya tinekirin û qirkirinê de ye.”

(k)

ANHA