Jinên ji Qamişlo: Demildest yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin

Jinên ji Qamişloyê îşaret bi yekitiya partiyên siyasî yên Kurd kirin û diyar kirin ku derfeteke dîrokî di destê gelê Kurd de ye, lazime nakokiyên heyî bidin aliyekî û demildest yekîtiya neteweyî ava bikin.

Jinên ji Qamişlo: Demildest yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin
2 ÇILE, 2025   05:10
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Têkildarî geşedanên nû yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê  û der barê yekrêziya partiyên siyasî yên Kurd de jinên bajarê Qamişlo ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

Ibtîsam Hisên da zanîn ku zêdeyî 50 salan desthilatdariya rejîma Baas’ê gelê Sûriyeyê û gelê Kurd bi tundî û dagirkerî bi rê ve biriye û diyar kir ku gelê Kurd her tim di armanc û hedefa dagirkeriyê de bû. Lewma gelê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi dehan salan dibin pişaftina ziman û nasnameyê de bû.

Ibtîsam Hisên destnîşan kir ku di 13 salên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rexmê hemû êrişên dagirkeriyê, dikarîbû xwe li ser lingan bigire û diyar kir ku di vê dawiyê de jî rejîma Baasˋê hilweşî. Ibtîsam Hisên anî ziman ku hikûmeta nû ya ku li Şamê xwe bi cîh kiriye, ji nişkê ve derneketiye û got: “Hikûmata Şamê ya ku xwe nû bi cîh kiriye heya roja îro jî di lîsteya cîhanî ya terorî de ye. Dîsa hişmendî û qanûnên ku derdixin ne li gor pêkhateyên Kurd, Ermen, Asûrî, Sûryanî, Dirzî û hwd ku  li herêmê dijîn. Îro gelê Kurd û pêkhateyên din bi rêveberiyeke wiha re rû bi rû hiştine.”

Ibtîsam Hisên li beranberî zihnîyeta yekperestî, bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku ew proje bi rengê xwe, bi çanda xwe û bi nasnameya xwe hemû pêkhateyan dihewîne.

‘ÎRO YEKRÊZIYA KURDÎ DERFETEKE DÎROKÎ YEˊ

IbTîsam Hisên da zanîn ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê 13 salên xwe tije kiriye û diyar kir ku ketine konaxeke dîrokî û got: “Di van rojên dîrokî de lazim e em destê xwe bidin hev û mala Kurdî ava bikin, em berjewendiyê şexsî bidin aliyekî, nêzîkatiyên eşîrî li aliyekî bihêlin da ku nebin yedekê kesî.”

Ibtîsam Hisên gotina Ehmedê Xanî ya ku ‘em di serdemeke dîrokî de ne, lazim e wek gelê Kurd vê derfeta dîrokî winda nekin’ bi bîr xist û diyar kir ku mixabin gelê Kurd heya niha ew derfeta dîrokî winda kiriye.

Ibtîsam Hisên axaftina xwe wiha domand: “Em bang dikin hemû kesên azadîxwaz; kesên ku dixwazin em bibin xwedî dîrok, xwedî ziman, nasname, çand û statû, tenê ne li Rojavayê Kurdistanê, li her çar parçeyên welat, em destê xwe bikin destê hev de û yekitiyê ava bikin. Îro em pişta hêzên xwe YPG, YPJ û QSD’ê bigrin da ku em bikaribin bi yek dengî derbasî Şamê bibin.

Ibtîsam Hisên îşaret bi banga Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ya ji bo yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdî kir û destnîşan kir ku lazim e yekitiyê ava bikin da ku bi yek hêzî çareseriyê pêk bînin û bibin xwedî statû.

Sêal Mihemed anî ziman ku gelê Kurd ji roja roj ve xwedan îrade ne û diyar kir ku mafên xwe dixwazin.

Sêal Mihemed bal kişand ser kiryarên rejîma Baas ên ku hebûna gelê Kurd înkar dikir û got di roja îro de berxwedana gelê Kurd xwe îspat kiriye.

Sêal Mihemed da zanîn ku gelê Kurd bi paradigmaya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe mîsoger dike û got: “Lazim e wek Kurd, Ereb, Asurî, Suryanî û hwd. em hemû pêkhate destên hev bigrin û vî welatî biparêzin.”

Sêal Mihemed di berdewama axaftina xwe de îşaret bi yekrêziya partiyên siyasî yên Kurd kir û diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe ewqas berdêl û şehîd dane, lewma lazim e partiyên siyasî ên Kurdî destên xwe bidin hev û bibin yek. Pêwîst e wek gel jî, piştgiriya yekitî û wekheviyê bigrin.

Mamoste Gulnaz Ehmed Esad jî destnîşan kir ku lazim e partiyên siyasî yên Kurd nakokiyên xwe deynin aliyekî û diyar kir ku pêwîst e ew yekrêziya neteweyî ava bikin.

Gulnaz Ehmed Esad da zanîn ku îro li ser erdê gelê Kurd xwedan quweteke mezin e ku bi salan şer dike û destnîşan kir ku quweta heyî hêzeke weke DAIS’ê têk biriye.

Gulnaz Ehmed Esad îşaret bi yekitiya neteweyî kir û got: “Her Kurdekî/e xwedî wicadan, her partiyên me yên siyasî lazim e bibin yek, îro derfeteke zêrîn heye, lewma ev derfet nema bi sedsalan bi dest me dikeve."

ANHA