Şêniyên Hesekê: Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan kilîta aştiya Rojhilata Navîn in

Şêniyên Hesekê piştgiriya xwe ya ji bo nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan da. Her wiha destnîşan kirin ku aştiya rastîn li Îmraliyê ye û Rêber Ocalan kilîda çareseriya krîzên li herêmê ye.

Şêniyên Hesekê: Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan kilîta aştiya Rojhilata Navîn in
2 ÇILE, 2025   03:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di 28’ê Kanûna 2024’an de şandeya DEM Partiyê li girava Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û piştî vegerê jî şandeyê peyama Rêber Abdullah Ocalan a ragihand. Şêniyên Hesekê piştgirî da peyamê.

‘DESTÊ RÊBERTÎ HER TIM JI BO AŞTIYÊ VEKIRÎ YE’

Mihemed Eşref destnîşan kir ku hevdîtina dawîn a di navbera Rêber Abdullah Ocalan û şandeya DEM Partiyê de piştrast dike ku "Rêbertî çareseriya krîza navxweyî ya Tirkiyeyê ye.”

Eşref wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan her tim destê xwe ji bo aştiyê dirêj kir, ji bo ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştiyek pêk were, daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd kir.”

Eşref di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ya ji bo nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û baweriya xwe bi fikir û felsefeya wî anî ziman û destnîşan kir ku kilîta aştiyê li Îmraliyê ye.

‘BAWERIYA ME BI FELSEFEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN HEYE`

Fatima Hesen kêfxweşiya xwe di hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û da zanîn ku ev hevdîtin serkeftina gelê Kurd bû.

Her wiha got: "Nêrînên Rêbertî çareseriya herî baş a krîza li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye. Em bi fikir û felsefeya Rêbertî bawer in û bi tevahî piştgiriyê didin wî. Ev zêdetirî çil sal in ku em li ser felsefe û ramana wî ne û me ji bo vê yekê berdêlên mezin dane."

‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESERIYA ROJHILATA NAVÎN E’

Ferhan Daûd destnîşan kir ku qeyranên Rojhilata Navîn bi sê mijarên bingehîn ve girêdayî ne: Rêber Abdullah Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn.

Daûd her wiha got: "Çareseriya van pirsgirêkan di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye, ji ber ku xwediyê projeya neteweya demokratîk e ku daxwaza azadiya gelan û jiyana hevbeş dike û Sûriyeyê jî ji bo vê projeyê model e.”

Ferhan Daûd di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kî li Rojhilata Navîn aştiyê dixwaze divê piştgiriyê bide rêgezên Rêber Abdullah Ocalan.

(k)

ANHA