Xwendekarên Zanîngeha Rojava 29 şehîd bi bîr anîn

Xwendekarên fakulte û peymangehên Zanîngeha Rojava bi turnûveyeke futbolê li Qamişlo 29 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê bi bîr anîn.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava 29 şehîd bi bîr anîn
Xwendekarên Zanîngeha Rojava 29 şehîd bi bîr anîn
Xwendekarên Zanîngeha Rojava 29 şehîd bi bîr anîn
Xwendekarên Zanîngeha Rojava 29 şehîd bi bîr anîn
Xwendekarên Zanîngeha Rojava 29 şehîd bi bîr anîn
Xwendekarên Zanîngeha Rojava 29 şehîd bi bîr anîn
Xwendekarên Zanîngeha Rojava 29 şehîd bi bîr anîn
8 ÇILE, 2024   18:35
QAMIŞLO

Turnûve ji aliyê Tevgera Xwendekarên Demokratîk ve li yarîgeha girtî ya Qamişlo ya bakurê bajêr li dar ket, tê de 8 tîmên fakulte û peymangehêb Zanîngeha Rojava beşdar bûn.

BIBÎRANÎNA ŞEHÎDÊN TÊKOŞÎNA DIJÎ HIŞBIRÊ

Der barê turnûveyê de endama tevgerê Emîne Mihemed ji ajansa me re got: "Armanca sereke ya turnûveyê bîranîna 29 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ye yên ku ji bo me û ji bo gelê me şehîd bûne, ji ber ku şehadeta wan ji bo me xwendekaran xwedî wateyeke mezin e."

Di 8'ê Cotmeha sala borî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî akademiya perwerdeyê ya Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li gundê Hemze Beg ê navçeya Dêrikê êriş pêk anîn, di encamê de 29 endam şehîd bûn.

ENCAMÊN MAÇA DAWÎN

Piştî 2 geran, tîma fakulteya bijîşkiyê û ya fakulteya zanist û teknolojiyê di maça dawîn de hatin beramberî hev û di dawiyê de de bi paneltiyan bi encama 2-3 tîma fakulteya bijîşkiyê qezenc kir.

Di dawiya turnûveyê de tîma biserketî hat xelatkirin.

(mh)

ANHA