Şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê li Dêrazor û Lubnanê hatin bibîranîn

Şêniyên kantona Dêrazorê û Kongra Star a Lubnanê hersê têkoşeran Sakîne, Fîdan û Leyla bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan û rizgarkirina deverên dagirkirî nû kir.

8 ÇILE, 2024   18:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komkujiya yekemîn a Parîsê û bibîranîna hersê şoreşgeran Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de, Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Sor, herêma Seba Kîlo û bajarokê Kîsra yên rojavayê Dêrazorê çalakî li dar xistin.

Li Kîsrayê rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Sena Remedan bi beşdariya endamên meclisê û meclisên xwecih li ser jiyana hersê şehîdan û têkoşîna wan axivî.

Her wiha, rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Sebah El Ebdullah destnîşan kir ku sedema pêşîn a hedefgirtina şehîd Sakîne Cansiz ji aliyê sîtixbarata Tirk ve ji ber ku ew jin e, paşê ji ber ku ew Kurd e û fikrê Rêber Abdullah Ocalan dişopand. Wê tevî zehmetiyên li zîndadan dîsa jî rêya azadiyê li ber jinan xêz kir û bû nimûne.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Sakîne û destkeftiyên ku bi dest xistine, hat pêşandan.

Li bajarokê Sor ê rojavayê Dêrazorê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li hola ciwanan civînek li dar xist, tê de bi dehan şêniyên bajarok û endamên meclisa sivîl beşdar bûn.

Di civînê de di şexsa şehîd Sakîne Cansiz û hevrêyên wê hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn.

Li herêma Seba Kîlo hersê şehîd bi panelekê li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê hatin bibîranîn.

Rêvebera meclisê Xîtam El Hisên diyar kir ku şehîdan ji bo azadiya jinan xwe feda kir û soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê heta têkbirina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina deverên dagirkirî da.

LUBNAN

Di heman çarçoveyê de, Kongra Star a Lubnanê bi paneleke berfireh hersê şehîd hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan hat dayîn.

Di panelê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz hat pêşandan.

(mh)

ANHA