Xwendekarên jin: Mafê me ye ku em bi zimanê xwe xwendina xwe berdewam bikin

  Xwendekarên jin ên Hesekê anîn ziman ku ew bi mafê xwe yê berdewamkirina xwendina xwe bi zimanê kurdî ve, girêdayî ne.

Xwendekarên jin: Mafê me ye ku em bi zimanê xwe xwendina xwe berdewam bikin
Xwendekarên jin: Mafê me ye ku em bi zimanê xwe xwendina xwe berdewam bikin
Xwendekarên jin: Mafê me ye ku em bi zimanê xwe xwendina xwe berdewam bikin
Xwendekarên jin: Mafê me ye ku em bi zimanê xwe xwendina xwe berdewam bikin
Xwendekarên jin: Mafê me ye ku em bi zimanê xwe xwendina xwe berdewam bikin
Xwendekarên jin: Mafê me ye ku em bi zimanê xwe xwendina xwe berdewam bikin
7 îlon, 2026   02:53
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî 27`ê tebaxê têkildarî zimanê kurdî biryarname raghand. Li hemberî vê biryarê xwendekarên jin ên Hesekê bertekên xwe nîşan dan û gotin mafê wane bi zimanê xwe xwendina xwe berdewam bikin.

Viyan Hisam El Ebas got: "Min ji refa yekemîn heyanî dibistana amadeyî bi zimanê xwe kurdî xwend, ji ber zimanê min ê dayîkê bû min di xwendinê de zehmetî nedît. Min ji temenê xwe yê zaroktî ve gelek hedef danîn pêşiya xwe û min kedekî mezin da ku ez bighîjim hedefên xwe, min guh neda kesên ku digotin siberoja xwendina bi zimanê kurdî nîne. Dema ku dibistan ji ber şert û mercan dihatin girtin min li malê dixwend û dayîka min gelekî bi min re dibû alîkar ji bo ez bikarbim li malê xwendina xwe berdewam bikim."

Viyan anî ziman ku ew dixwaze bibi bijîşk û wiha pê de çû: "Ez di xwendina xwe de bi serketim û li Şamê hatim xelatkirin. Ez ê di hemû şert û mercan de bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînim û bighîjim hedefê xwe ku bibim bijîşk."

Jiyan Xelîl jî got: "Ez li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan dixwînim, em hemû xwendekar biryara hikûmeta demkî ya ji bo zimanê kurdî, red dikin. Ev biryar wê li pêşiya xwendina me bibe asteng. Me destpêkê bi zimanê kurdî xwend û tenê 3 saet têra me nake ku em xwendina xwe bidomînin. Meteryalên me yên xwendinê hemû bi zimanê kurdî bûn lê niha tenê beşek ji meteryal bi zimanê kurdî ye û dê yê dîtir bi erebî be, ev ê neyînî bandorê li ser xwendina me bike."

Mamosteyê zimanê kurdî Ezîz Eşref jî got: "Biryara Wezareta Perwerdeyê pêdiviyên xwendekaran pêk nayînê. Tenê 3 saet bi zimanê kurdî be têra xwendekaran nake, ev bûye 10 sal xwendekarên Rojava bi zimanê kurdî dixwîn in. Ev biryar dê bandoreke neyînî li ser rewşa xwendekar û mamosteyan bike û dê bibe sedema ku xebatên perwerdeyê li herêmê felc bibe. Ji ber vê yekê divê Wezareta Perwerdeyê li gorî rewşa herêma me biryara xwe li ber çavan re derbas bike."

(np)

ANHA