Astengiyên li pêşiya rojnamegeriyê nîqaş kirin

Rojnamevanên li Kobanê zehmetî û pirsgirkên li pêşiya xebata rojnamegeriyê û erka pêvajoya ya ji rojnamevanan tê xwestin nîqaş kirin.

6 îlon, 2026   17:09
KOBANÊ

Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ya Kobanê bi armanca nîqaşkirina zehmet û pirsgirêkên li pêşiya xebatên rojnamegeriyê, erka ji rojnamevanan tê xwestin da ku pêvajoya entegrasyonê bi ser bikeve civînek ji rojnamevanan re li dar xist. 

Piştî rêzgirtinê beşdaran pirsgirkên li pêşiya erka rojnamegeriyê anîn ziman. Hate gotin, saziyên fermî yên di nava saziyên hikumetê de entegre bûne bi hinceta ku sazî ne ruxsetkirî ye daxuyaniyan nadin rojnamevanan.

Rojnamevanan diyar kir ku ev nêzîkatî li pêşiya şopandina bûyeran dibe asteng û dibe sedem ku agahî neghêjin raya giştî.

Rojnamevanan xwestin makanîzmeyek were dîtin ku mafê rojnamevanan ên wergirtina agahiyan û pêkanîna pîşeya xwe bi cih bînin.

Di civînê de îşaret bi girîngiya rojnamegeriya Kurdî di parastina destkeftî û nirxên gelan de hat kirin. Her wiha behsa astengiyên domdar ên li pêşiya rojnamegeriya Kurdî kirin.

Di civînê de rola rojnamevanan a şîrovekirina bendên pêvajoya entegrasyonê ji civakê re û xebata wan a li hemberî îdiayên derew hat vegotin. Her wiha hate destnîşankirin divê zimanê çapemeniyê bibe yek, kadroyên wê werin pêşxistin û hemahengî di navbera saziyên wê de were xurtkirin.

Di dawiya civînê de beşdaran diyar kirin ku dê ji bo parastina tevahî rojnamevanên Sûriyeyê û rakirina astengiyên li pêşiya xebatên wan bi aliyên têkildar ên hikumeta veguhêz peywendiyan çêkin.

(bb)

ANHA