Xwediyên patozan amadekariyên çinînê dikin

Xwediyên patozan amadekariyên demsala çinînê didomînin, karên lênêrînê temam dikin û tîmên xwe amade dikin. Xwediyên patozan daxwaza peydakirina sotemeniyê kirin.

Xwediyên patozan amadekariyên çinînê dikin
Xwediyên patozan amadekariyên çinînê dikin
Xwediyên patozan amadekariyên çinînê dikin
Xwediyên patozan amadekariyên çinînê dikin
Xwediyên patozan amadekariyên çinînê dikin
Xwediyên patozan amadekariyên çinînê dikin
Xwediyên patozan amadekariyên çinînê dikin
25 gulan, 2026   04:15
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bi nêzîkbûna demsala çinînê li herêma Cizîrê re, cotkarên li devera Aliyan a gundewarê Çilaxayê pêdiviyên çinînê yên wekî çiwal, ben û amûrên din ji bo berhevkirina berhemên genim û ceh amade dikin. Xwediyên patozan jî patozên xwe amade dikin.

Ji destpêka Gulanê ve, xwediyên patozan patozên xwe amade dikin. Xwediyên patozan pergalên elektrîkî û mekanîkî yên patozan kontrol dikin, da ku ji bo xebitandinê amade bin û di dema çinînê de xera nebin.

Fewaz Beşîr, xwediyê patozekê ye li gund Xirbê Cihûyan, diyar kir ku  ew zêdetirî bîst salan e di vî warî de dixebite û destnîşan kir ku ew di mehên havînê de karê xwe yê ajokariyê li ser rêya Qamişlo-Dêrik dihêle da ku xwe ji bo demsala çinînê vala bike.

Beşîr got ku xebatên lênêrîn û amadekirina patozan di destpêka Gulanê de dest pê dike û nêzîkî mehekê berdewam dike. Di vê demê de hemû beşên patozê tên kontrolkirin û bi tevahî tê amadekirin da ku di dema xebitandinê de xera nebe.

Beşîr da zanîn her şaşiyek elektrîkê an çirûseke agir ji patozê di dema çinînê de dikarin bibin sedema şewatê û windakirina hem berhem û hem patozê.

Beşîr destnîşan kir ku werşeyên kar hatine amadekirin û barkêş, aşpêj û ajokar hatine peydakirin û got, xebata lênêrînê di qonaxên xwe yên dawîn de ye û tê payîn ku çinîna ceh di dawiya vê mehê de dest pê bike.

Beşîr da zanîn ku paydakirina mazota erzan ji bo patozan dê barê darayî yê xwediyên patozan û cotkaran sivik bike.

Beşîr bang li rayedarên pêwendîdar kir ku piştgiriyê bidin sektora çandiniyê û sotemeniya erzan peyda bikin.

(k)

ANHA