Komeleya Çanda Suryanî 18 saliya damezrandina xwe pîroz kir

Komeleya Çanda Suryanî bi boneya damezrandinê ya 18ˊan çalakiya bibîranînê li dar xist. Di çalakiyê de hat gotin ku ew ê xebatên xwe yên parastina çand, ziman û mîrasa Suryanî biparêzin û veguhêzin nifşên bê.

Komeleya Çanda Suryanî 18 saliya damezrandina xwe pîroz kir
Komeleya Çanda Suryanî 18 saliya damezrandina xwe pîroz kir
Komeleya Çanda Suryanî 18 saliya damezrandina xwe pîroz kir
Komeleya Çanda Suryanî 18 saliya damezrandina xwe pîroz kir
Komeleya Çanda Suryanî 18 saliya damezrandina xwe pîroz kir
Komeleya Çanda Suryanî 18 saliya damezrandina xwe pîroz kir
Komeleya Çanda Suryanî 18 saliya damezrandina xwe pîroz kir
Komeleya Çanda Suryanî 18 saliya damezrandina xwe pîroz kir
24 gulan, 2026   21:12
HESEKÊ

Komeleya Çanda Suryanî bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 18ˊan çalakiyek bibîranînê li navenda xwe ya li taxa Nasîre ya Hesekê ornganîze kir.

Di çalakiyê de nûnerên ji partiyên siyasî, rêxistinên jinên Suryanî û kesayetên serbixwe amade bûn.

Çalakiyê bi deqeyek rêzigirtinê dest pê kir. Dûre komeke Suryanî stranên gotin û Rêveberiya Komeleyê Yolyana Melekî bixêrhatina amadebûyan kir.

Yolyana diyar kir ku dê komele xebatên xwe yên parastina çand, ziman û mîrasa Suryanî dewam bikin û derbasî nifşên din bikin ku ev mîras zindî bimîne.

Yolyana anî ziman ku komele dengê mîras, huner, gotin û çandê ye, wêneyê şaristaniya Suryanî ya kevnare nîşan dide.

Çalakî bi pêşkêşkirina dîlan û stranan ji hêla koma Înana û koma Koral Ebdulmesîh Qurbaşî ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA