Xwediyê kedê Ebid Hisên Feqe koça dawî kir

Xwediyê kedê, bavê du gerîlayên şehîd Ebid Hisên Feqe di temenê xwe yê 80 salî ji ber nexweşiyeke giran wefat kir.

Xwediyê kedê Ebid Hisên Feqe koça dawî kir
11 ÇILE, 2025   13:30
QAMIŞLO

Xwediyê kedê Ebid HisênFeqe derengiya şevê ji ber nexweşiyeke giran di temenê xwe yê 80 salî de koça dawî kir.

Ebid Hisên Feqe yek ji rûspiyên eşîra Mîranê  ye ji gundê Gira Sor Feqe yê herêma Koçerat ê bajarê Dêrikê ye.

Ebid Hisên Feqe ku bi doza Kurd re xwedî girêdaneke xurt e û ji bo mafên gelê Kurd bi salan kar û xebat kir.

Ebid Hisên Feqe ji ber helwesta xwe ya neteweyî di sala 1993ˈan de ji aliyê rejîma Baasˈê ve hat girtin û 3 mehan di girîgeha Hesekê de qedan. Piştî hat berdan jî tevî astengiyên rejîmê derdixistin jî ji têkoşînê gav şûnde neavêt.

Ebid Hisên Feqe di Komîteya Lihevanînê ya Herêma Koçeratê de kar dikir.

Du zarokên Ebid Hisên Feqe, Elî û Dîlan gerîlayên HPGˈê bûn, şehîd bûn.

 (bb)

ANHA