Geşedanên dawîn ji ciwanan re hatin şîrovekirn

PYDˈê bi armanca nirxandina geşedanên dawîn civînek ji ciwanan re li dar xist. Di civînê de girîngiya hevgirtin, parastina herêmê û serferberiya giştî hat destnîşankirin.

Geşedanên dawîn ji ciwanan re hatin şîrovekirn
Geşedanên dawîn ji ciwanan re hatin şîrovekirn
Geşedanên dawîn ji ciwanan re hatin şîrovekirn
Geşedanên dawîn ji ciwanan re hatin şîrovekirn
Geşedanên dawîn ji ciwanan re hatin şîrovekirn
Geşedanên dawîn ji ciwanan re hatin şîrovekirn
11 ÇILE, 2025   13:33
QAMIŞLO

Di çarçoveya civînên bi armanca nirxandina geşedanên dawîn tên lidarxistin de, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro civîneke ji ciwanan re li dar xist. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên Yekitiya Xwendekaran, Meclisa Jinana PYDˈê, ciwanên ji partiyên din û saziyên sivîl, tevî bi sedan şêniyên bajar pêk hat.

Di axaftinên ku di civînê de hatin kirin de îşaret bi seferberiya giştî hat kirin ku QSD û Rêveberiya Xweser ragihandiye hat kirin. Bang li her kesî hat kirin ku herêmê biparêzin.

Di axaftinan de hate diyarkirin kir ku herêm di rewşeke hesas re derbas dibe, lew ra divê her kes ji bo parastina wê amade be.

Di dawiyê de peyamên piştgiriya bi QSDˈê re hatin dayîn.

(bb)

ANHA