Derdora bendava Tirşrînê bi giranî tê bombebarankirin

Artêşa Tikr a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de der dora bendava Tiştînê bi çekên giran bombebaran dikin.

Derdora bendava Tirşrînê bi giranî tê bombebarankirin
11 ÇILE, 2025   13:18
BENDAVA TIŞRÎNÊ

 Piştî ku şêniyên kantona Cizîrê gihiştin bendava Tişrînê da kur beşdarî nobeta parastinê bibin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bendavê bombebaran dikin.

Piştî ku balefirên şer ên artêşa Tirk derdora bendavê bombebaran kir, niha artêşa Tirk û çteyên wê derdora bendavê bi çekên giran bombebaran dikin.

Duh bi sedan şêniyên bajarokên Til Temir, Dirbêsiyê, Zergan, Hesekê, Şedadî û Amûdê ber bi kantona Tebqayê ve ketin rê, îro danê sibê jî ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bendavê, ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê.

Beriya 4 rojan girseya gel ji kantonên Reqa, Tebqa, Firat û Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin û bi dorê li bendavê nobedariyê dikin da ku ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişî karwanê sivîlan kirin, di êrişê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Biryar e îro piştî nîvro şêniyên ji kantona Cezîrê bigihêjin bendava Tişrînê.

(k)