Xiristiyanên li Şêxmeqsûdê qurbaniyên teqîna Mar Elyas bi bîr anîn

Xiristiyanên li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li Dêra Seyida El Seada, ji bo giyanên qurbaniyên teqîna Dêra Mar Elyas a Şamê nimêj kirin.

Xiristiyanên li Şêxmeqsûdê qurbaniyên teqîna Mar Elyas bi bîr anîn
Xiristiyanên li Şêxmeqsûdê qurbaniyên teqîna Mar Elyas bi bîr anîn
Xiristiyanên li Şêxmeqsûdê qurbaniyên teqîna Mar Elyas bi bîr anîn
Xiristiyanên li Şêxmeqsûdê qurbaniyên teqîna Mar Elyas bi bîr anîn
Xiristiyanên li Şêxmeqsûdê qurbaniyên teqîna Mar Elyas bi bîr anîn
Xiristiyanên li Şêxmeqsûdê qurbaniyên teqîna Mar Elyas bi bîr anîn
Xiristiyanên li Şêxmeqsûdê qurbaniyên teqîna Mar Elyas bi bîr anîn
Xiristiyanên li Şêxmeqsûdê qurbaniyên teqîna Mar Elyas bi bîr anîn
Xiristiyanên li Şêxmeqsûdê qurbaniyên teqîna Mar Elyas bi bîr anîn
24 hezîran, 2025   23:06
HELEB

Di nimêjê de şêniyên pêkhateya Xiristiyan a li taxa Şêxmeqsûdê û hin xiristiyanên ji gelek taxên Helebê hatine, amade bûn.

Piştî rêûresman û xwendina ayînên olî, Baba Joseph Katat axivî û got bûyera li Dêra Mar Elyas bûye, pir bi êş bû û pirsî ku gelo gunehê wan çi bû heta ku ev komkujî bi ser wan de were pêkanîn?

Katat destnîşan kir ku Sûriyeyî bi tevahî mezhebên xwe şêweyên terorîstê yên ku sivîlan hedef digirin red dikin.

Katat di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku hemû pêkhateyên civaka Sûriyayê di vê êşê de hevgirtî bûn û hêvî kir ku ev ewrê reş di ser wan re derbas bibe, aştî û hezkirinê di nava Sûriyeyiyan de misoger bibe.

Merasîma bibîranîna şehîdan bi sersaxiyê û şîfaya lezgîn ji birîndaran re, pêkanîna aştiyê li tevahî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA