Xiristiyanên li Qamişloyê bi meşekê êrişa dijî dêra Şamê şermezar kir

Xiristiyanên bajarê Qamişlo bi meşekê êrişa xwekujî ya li Dêra Mar Elyas a Şamê şermezar kir û piştgiriya xwe ji malbatên qurbaniyan re nîşan da.

25 hezîran, 2025   23:21
QAMIŞLO

Xiristiyanên bajarê Qamişlo bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ji malbatên qurbaniyên êrişa Dêra Mar Elyas a Şamê re nîşan da û êriş şermezar kir.

Di meşê de bi sedan şêniyên Kurd û Ereb û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.

Meş ji Çerxerêya Şehîdên Komkujiya Sêfo ya bajarê Qamişlo dest pê kir, li kolanên sereke geriya û ber bi Dêra Meryem El Ezra ve bi rê ket.

Li wir, hevserokê Yekitiya Ciwanên Suryanî ya Pêşverû Subhî Melekî bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên qurbaniyên êrişê re xwest û girîngî bi têkbirina teror û terorîzmê da.

Di daxuyaniyê de hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hemberî kiryarên van rêxistinên tundraw ku bûn sedema komkujiya li Dêra Mar Elyas, berpirsê ewlehî û biratiyê ye, her wiha hat diyarkirin ku ev êriş li dijî hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê ye. Hevgirtin û yekitiya nîştîmanî rêbazên xurt a li hemberî van plan û siyasetên derbekirina gelan in.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber terorê û siyasetên qirêj gelek zehmetî kişandin, lê belê vî gelî nimûneyek ava kir ku karibû bi rêya Rêveberiya Xweser çekan li hemberî terorê bike yek, çarenûs û jiyana hevbeş a pêkhateyan misoger bike."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanên welatparêz hat kirin ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û xwe li gorî sîstema xweparastinê bi rêxistin bikin.

(mh/fr)

ANHA