Bilindbûna buhayên êm barê sewalkaran giran kiriye

Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna hilberîna çandiniyê ya îsal, buhayên êmê pez û sewalan pir zêde bûye. Vê yekê hiştiye barê sewalkarên li bajarê Til Temrê giran bibe. Sewalkaran bang li Saziya Sewalkariyê kir ku komîteyekê ava bikin da ku buhayan kontrol bikin û rê li ber keysebaziya bazirganan bigirin.

Bilindbûna buhayên êm barê sewalkaran giran kiriye
Bilindbûna buhayên êm barê sewalkaran giran kiriye
Bilindbûna buhayên êm barê sewalkaran giran kiriye
Bilindbûna buhayên êm barê sewalkaran giran kiriye
Bilindbûna buhayên êm barê sewalkaran giran kiriye
Bilindbûna buhayên êm barê sewalkaran giran kiriye
26 hezîran, 2025   06:25
HESEKÊ
EBDILXENÎ EL HAMAN

Ji ber buhabûna nirxê êmê pez û sewalan, bi taybet ka, ceh û genim, sewalkarên li Til Temirê yê kantona Cizîrê êş û azaran dikişînin. Sewalkar neçar dibin ku hejmara pez û sewalan kêm bikin.

Sedema sereke ya bilindbûna buhayên êmê pez û sewalan ew e ku îsal berhema çandiyê kêm bû, ji ber kêmbûna baranê û girtina ava Çemê Xabûr ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Vê yekê rasterast bandor li çandiniyê kir.

SEWALKAR: KEYSBAZIYA BAZIRGANAN BARÊ ME GIRANTIR DIKE

Sewalkarên li bajarê Til Temerê de der barê pirsgirên li pêşiya wan axivîn. Îsmaîl  El Ebdela, sewalkarê ji gundê Um El Kêf ê gundewarê Til Temerê ye, diyar kir ku îsal kîloya kayê îsa di navbera 1000 û 1300 lîreyên Sûriyeyê de ye, li gorî sala par ev buha pir bilin de.

El Ebdela destnîşan kir ku îsal genim û ceh pir nehat çandin, lewma ka li herêmê kêm bû, ji ber wilo jî hin bazirganan kayê veşartin û buhayê wê blind kirin.  Ev yek bûye sedem ku ew nîvê keriyê pezên xwe bifroşe da ku karibe yên din xwedî bike.

BAZIRGANÊ KAYÊ: JI BER KÊMBÛNÊ Û LÊÇÛNA ZÊDE BUHA BILIND DIBIN

Îbrahîm Xidir El Mehmûd bazirganekî kayê ye li Tel Temirê, diyar kir ku ka îsal ka kêm e lewma buhayê wê bilind e, ji ber ku bazirgan neçar in kayê ji deverên dûr, wekî Ebû Rasên bikirin, lewma lêçûna kirîna wê bilind dibe. Her wiha mûçeyên karkerên ku kayê dixin kîsikan jî zêde ye, lewma buha zêde bûne.

BAZIRGANÊ SEWALAN: KIRÎN Û FIROTIN KÊM E

Baziganê pez û sewalan Taha El Dahî ku li bazara sewalan a Til Temirê dixebite, destnîşan kir ku buhayê kîloya ceh gihaştiye 4 hezar û 200 lîreyan, ev bûye sedema kêmbûna kirîn û firotina pez li sûkê.

El Dahî bang li rayedaran kir ku komîteyan ava bikin da ku buhayên êmê pez kontrol bikin û peyda bikin, her weha piştgiriyê bidin sewalkaran da ku pîşeya sewalkariyê dewam bike.

Buhayên bilind ên êmê pez û sewalan sewalkarên Til Temirê tengav kirine. Bi sedan sewalkar dê neçar bibin pez û sewalên xwe bifiroşin, ev jî dê bibe sedema kêmbûna hilberîna goşt û şîr û zêdebûna buhayên wan.

(k)

ANHA