Bi rohilata rojê ve zehmetiyên jinên Hesekê yên peydakirina avê dest pê dikin

Bi rohilata rojê re, rêwîtiya jinan û zarokan a lêgerîna avê û çîrokên zehmetiyan dest pê dike. Jinek dibêje: "Rewşek e jê rev nîne."

26 hezîran, 2025   05:06
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şêniyên Hesekê ji çend salan ve êşên peydakirina avê dikişînin. Di salên borî de, û ji dema ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê di dawiya 2019’an de dagir kiriye û heta roja îro, krîza avê şêniyên bajêr westandiye û di 2023’yan de bajarê karesatê hatibû ragihandin.

Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 40 carî ava stasyona Elokê li ser niştecihên Hesekê qut kiriye, herî dawî jî di Îlona 2023’yan de bû û heta roja îro qut kiriye. Zehmetiyên niştecihan ên rojane ligel vê krîzê mezintir dibin.

RÊWÎTIYA ZAROK Û JINAN BI AVÊ RE

Yazê Hisên (50) a ji taxa Mişêrfe yê Hesekê, li kêlek xezaneyek avê ya li taxa pişta mala wê hatiye danîn, tevî germahiya zêde rûdine. Lê kêlek wê erebeyek biçûk ji bo veguhastina galon "şûşeyên" avê hatiye çêkirin heye û li benda tankera avê ya ku xezaneyê tije dike, dimîne. Da ku pêdiviya mala xwe ya avê bigire.

Yazê êşa westandina laş, li kêlek şikandinên di dest û milê xwe de dikişîne, lê bi rohilata rojê re, ji bo wê çîrokeke cuda û zehmetiyên rojane yên ku laşa wê westandî ye, dest pê dike. Bi her sibehekê re rêwîtiya Yazê ya lêgerîna avê dest pê dike. Şûşeyên xwe datîne kêlek xezaneya li taxê û li kêlekê rûdine heta tê tijekirin. Lê di hin caran de heta şûşeyek avê jî nikare wergire.

REWŞEK JÊ REV NÎNE YE

Yazê erebeyek biçûk bi kar tîne ku barê giraniyê li ser milên xwe sivik bike, wê yekê bi alîkariya zarokên taxa xwe dike. Yazê wiha dibêje: "Em nikarin xezaneya xwe bi tankerên avê dagiririn, ji ber bihayê wê gelek e û em nikarin bidin. Îro, tanker her xezaneyek 5 bermîl bi 35 hezar lîreyî dadigire û ev pere jî pir giran û zêde ye."

Yazê dibêje: "Ava ku em ji van xezaneyan dibin, têra me nake, lê em mecbûr in xwe pê îdare bikin. Ev ji bo vexwarin, şûştin û tevahî pêdiviyan bi kêr tê."

Yazê di dawiyê de ji rêxistinên li herêmê kar dikin û aliyên eleqedar xwest ku xezaneyên avê li taxên wan jî deynin ku bar li ser wan sivik bibe.

ZEHMETIYÊN XEYALAN DERBAS DIKIN

Li taxeke din ku ji taxa Yazê ne cuda ye, jin û zarok bi rêbazên cuda avê dikişînin malên xwe. Yek ji jinan erebeyek biçûk a ji bo avê çêkiriye. Di wê erebeyê de zarok jî, ji ber ku nikare wî zarokî bi tenê li mal bihêle. Jinek din jî şûşeyek 25 lîtreyî hildaye ser milên xwe. Zarokek jî derbas dibe di destên wî de şûşeyên avê yên biçûk hene. Li kêlekê jî komek zarok li dora xezaneyê kom bûne ku şûşeyên avê dagirkirin.

ROHILATA TAVÊ PEYAMA LÊGERÎNA AVÊ YE

Fatme Ubeyd (50) şûşeyek avê hildaye ser milê xwe û ber bi mala xwe ya ku ji xezaneyê ve 500 metre dûr e, diçe. Bi gavên hêdî yên westiyayî û pişta xwarbûyî ber bi malê ve diçe.

Fatme ji ber girêkên goşt ên di sîngê xwe de êşan dikişîne, li kêlek wê jî emeliyet kiriye, lê pêdiviya wê ya rojane vê êşê derbas dikin.

Fatme li kêlek xezaneya avê sekiniye û dibêje: "Em mecbûr im şûşeya avê hilgirtin. Dema em şiyar dibin, tenê em difikirin ku çawa avê peyda bikin." 

Fatme wiha domand: "Ji dema bajarê Serêkaniyê di 2019’an ve hatiye dagirkirin, em rûbirûyî vê zehmetiyê ne û bûye rojane."

Li gorî Gerînendetiya Avê, pêdiviya Hesekê ya avê bi zêdetirî 130 hezar metrekup heye, ku hewcedariya niştecihan were peydakirin. Gerînendetiyê da zanîn ku zêdetirî 800 tankerên avê yên gerok hene ku avê rojane ji bajêr re peyda dikin, li kêlek wê jî rêxistinên sivîl avê dixin xezaneyên li taxan danîne.

(fr)

ANHA