Xetereya vegera DAIŞ`ê rojeva rojnameyên erebî ye

Mijara xetereyên vegera DAIŞ`ê li Sûriyeyê dîsa kete rojeva rojnemeyên erebî. Rojnameyan nivîsî ku ev xetere dê sînorên Sûriyeyê derbas bike û bigihêje dewletên cîran û Ewropayê.

Xetereya vegera DAIŞ`ê rojeva rojnameyên erebî ye
22 ÇILE, 2026   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser metirsiyên vegera DAIŞ’ê ya ji ber geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha dosyaya Xezayê.

‘LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BOMBEYÊN DAIŞ’Ê… GELO DÊ ÇALAKIYÊN DAIŞ’Ê BIGIHÊJIN IRAQ Û EWROPAYÊ?’

Rojnameya El Nehar rewşa Sûriyeyê wek "li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombeyên DAIŞ’ê li ber teqandinê ne" bi nav kir. Rojnameyê nivîsî ku metirsî bi awayekî balkêş li Sûriyeyê û welatên derdorê hene. Her wiha hate diyarkirin ku bi taybetî li Iraqê metirsî zêdetir e, ji ber ku sînorê wê nêzî kampa Holê ye, her wiha bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di girtîgehên li beramberî herêmên wê de ne.

Rojnameyê îşaret pê kir ku fikar êdî ne tenê bi çarçoveya herêmî ve sînordar in, lê ji ber hebûna bi hezaran biyaniyan di kamp û girtîgehan de, ber bi Ewropayê ve jî belav bûne. Hate gotin, her xirabûna ewlehiyê yan vegera çalakiyên DAIŞ’ê dibe ku gefeke rasterast li ser welatên Ewropayê yên ku beşdarî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê bûne, çêke.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwe, Bexdayê Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê, artêşa Iraqê û Heşdî Şebî şandine ser sînor. Di heman demkê de berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Tehsîn El Xefacî diyar kir ku niha tu nîşanên gefên cidî tune ne.

Rojnameyê destnîşan kir ku pirsgirêka DAIŞ’ê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bûye çavkaniya fikarên Sûriyeyê, yên herêmî û navneteweyî, ji ber ku vejîna rêxistinê dê bandorê li welatên ku berê beşdarî şerê wê bûne, bike.

‘BÊDENGIYA ÇÎNÊ Û DENGVEDANA AMERÎKAYÊ’

Rojnameya El Xelîc nivîsî ku li qada cîhanê guhertinên stratejîk ên bilez pêk tên. Ev guherîn nîşan didin ku rewş ne wekî ku di medyayê de diyar dibe ye, anku ne tenê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rêveberiya krîzan dike.

Rojnameyê nivîsî ku qelebalixa medyaya DYA`ê û dengveana wê ya siyasî, tevî bandora wê ya berfireh li ser raya giştî jî, tevahiya rastiya rewşa navneteweyî nîşan nade.

Rojnameyê bal kişand ser derketina holê ya Çînê wek hêzeke bibandor ku xwe dispêre "bêdengiya stratejîk" û plansaziya demdirêj, her wiha bal kişand ser vegera Rûsyayê bi helwestên neteweyî yên zelal.

Rojnameyê destnîşan kir ku bêdengiya Pekînê li ser mijarên wekî krîza Venezuelayê û hewldana desteserkirina Gronlandê qelsiyê nîşan nade, lê stratejiyeke demdirêj nîşan dide ku dixwaze berjewendiyên xwe yên girîng biparêze, di heman demê de pêşketinên navneteweyî dişopîne û li benda kêliya guncaw e ku destwerdanê bike.

KONSEYA AŞTIYÊ Û HIQÛQA NAVNETEWEYÎ’

Rojnameya El Erebî El Cedîd diyar kir ku daxuyaniya Qesra Spî ya avakirina "Konseya Aştiyê" bi serokatiya serokê DYA’yê Donald Trump, di çarçoveya plana bidawîanîna şerê li Xezayê de, ji çarçoveya Filistînê derbas dibe û modeleke nû pêşkêş dike. Ev yek dê konseyê bike weke alternatîfek li şûna Neteweyên Yekbûyî. Rojnameyê nivîsî ku zagona konseyê rayeyên mezin û berfireh dixe destê Trump; desthilata ku ew dikare di her kêliyê de serokên dewletan dûr bixe û yekî din li şûna wan erkdar bike.

Li gorî rojnameyê ev yek nîşana desthilatdariyeke demdirêj e ku ji derveyî normên demokratîk ên navneteweyî ne.

(k)