Xeta ceyranê ya VK 230 hat sererastkirin

Xeta ceyranê ya 6’an a VK235 a ji ber bahoza tozê xirab bibû, hat sererastkirin.

Xeta ceyranê ya VK 230 hat sererastkirin
10 hezîran, 2024   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Xeta ceyranê ya 6’an a VK235 ya di navbera Bendava Firatê Hesekê de duh ji ber bahoza tozê xirab bibû û ji xizmetê derketibû. 

Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya ’Facebookê’ weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin: " Xeta ceyranê ya 6’an a VK235 ya di navbera Bendava Firatê û Hesekê de duh  ji ber bahoza tozê xirab bibû.

Xebatkarên nivîsgehên enerjiyê yên Reqa û Hesekê ji saetên serê sibehê ve dest bi sererastkirina xetê kirin. Piştî piştrast bû ku xet bi temamî amade bûye, careke din xistin xizmetê."

(bb)