Li Helebê têkildarî derbideriya zarokan atolye

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî bi navê "Diyardeya derbideriya zarokan û rêyên rûbariya wê" atoyeyek li dar xist.

10 hezîran, 2024   16:49
HELEB

Bi armanca balkişandina ser dozên civakî û çareserkirina wan, Malbenda Heleb a Rewşenbîrî atolyeyek bi navê "Diyardeya derbideriya zarokan û rêyên rûbariya wê" li navenda malbendê li dar xist.

Di atolyeyê de nûnerên Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û rêxistin û tevgerên jinan beşdar bûn.

Hevserokê malbendê Ehmed Bîrhat û endama malbendê Şêrîn Dawûd atolye bi rê ve birin.

Beşdaran li ser diyardeya derbideriya zarokan nîqaş kir û teqezî bi girîngiya çareserkirina wê da. Beşdaran diyar kir ku ji bo bidawîkirina diyardeyê pêwîstî bi pêşkêşiya piştgiriyê ji bo rêxistin û qadên mafên zarokan heye. Her wiha pêwîst e pirsgirêkên malbatî yên ku dibin sedema têkçûna malbatan û derbideriya zarokan, werin çareserkirin.

Beşdaran diyar kir ku divê panel û semîner werin dayîn û tê de siyasetên hikumetan ên ku li ser pişta gelan xwe bi pêş dixin werin dayîn.

Her wiha beşdaran destnîşan kir ku di balkişandina ser derbideriya zarokan de ragihandin jî xwedî roleke sereke ye û divê saziyên civakî û komeleyên perwerdeyê werin vekirin da ku zarokan di aliyên civakî û derûnî de perwerde bikin.

Beşdaran di axaftinên xwe de diyar kir ku pêwîst e pêdiviyên qurbanên şer werin peydakirin, zarokên ku ji dibistanê bêpar mane ji bo dibistanan werin vegerandin, girîngî ji bo behremendî û afirîneriya wan were dayîn û di her partiyeke siyasî de komîteyek ji bo şopandina dozên civakî were damezirandin.

Di dawiya atolyeyê de beşdaran destnîşan kir ku ev gavên navborî divê bi çavdêriya rêxistin û saziyên berpirs û hevkariya saziyên civaka sivîl, komeleyên xêrxwaz û malên xwedîkirina zarokan, werin pêkanîn.

(mh)

ANHA