Xerîb Hiso : Hîna xetere li ser hebûna êzidiyan heye

Xerîb Hiso diyar kir ku divê civata êzidî hebûna xwe biparêze, ji ber ku hîna xetere li ser hene û rêya yekane ya parastinê jî xurtkirina pergala civakî ye.

Xerîb Hiso : Hîna xetere li ser hebûna êzidiyan heye
9 sibat, 2024   14:31
HESEKÊ

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso di 6`emîn Kongreya Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê de axivî.

Xerîb Hiso got: "Dema em qala civata Êzidî  dikin, êş, trajedî û komkujiyên li dijî wê hatine kirin, tê bîra me. Ji ber ku rûbirûyî komkujiyan bûye ji bo ku qir bikin û ji holê rakin. Lê vê civatê xwe ji helandin û qirkirinê parast û bi dayîna fedakariyan heta roja me ya îro li ser lingan e."

Hiso diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan gelekî behsa civata Êzidî kiriye û wiha domand: "Di dîrokê de ji bilî Rêber Abdullah Ocalan tu kes qîrîna êzidiyan nebihîst û alîkariya wan nekir. Wî parastina civata êzidî berpirsyariyeke dîrokî, exlaqî û mirovî bi nav kir. Bi saya vê nirxandina stratejîk, civata êzidî qir nebû."  

Hiso balişand ser destkeftiyên ku êzidiyan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bi dest xistine û wiha domand: "Êzidiyan di nava şoreşeke mirovî ya mezin de û di çarçoveya pergaleke demokratîk ya fikrî û modern de xwe bi rêxistin kirin. Rêber Abdullah Ocalan ev pergal pêşkêş kir. Ji bog elan dîrokeke nû tê nivisîn."

Hiso di axaftina xwe de îşaret bi aliyên ku dixwazin vîna civata êzidî zeîf bikin kir û got: "Gelek pilan li dijî êzidiyan li Şengalê tê kirin. Hîna xetere li ser civata êzidî heye. Erê rast e qirkirina êzidiyan ji aliyê gelek dewletan ve hate naskirin, lê belê tu hesab ji DAIŞ`ê û hevalbendên wê di serî de dewleta Tirk nehate pirsîn."

Hiso destnîşan kir ku çareseriya herî guncew a parastina hebûna êzidiyan, xurtkirina pergala civakî ye û got: "Gelên ku dikarin alîkariya hev bikin, dikarin lihevkirinên civakî bi pêş bixin."

(şx)

ANHA