Polîsên Tirk 2 rojnamevan destgîr kirin

Polîsên dewleta Tirk a dagirker danê sibehê bi ser mala rojnamevan Kîbriye Evren ya li bajarê Kocaelî yê Tirkiyeyê de girt û destgîr kir. Li li Cizîra Bakurê Kurdistanê jî rojnamevan Selamet Turan hate destgîrkirin.

Polîsên Tirk 2 rojnamevan destgîr kirin
9 sibat, 2024   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Kîbriye Evren, di saetên serê sibê de bi serdegirtina malê de li bajarê Kocaeliyê hate destgîrkirin. Destdanîn ser telefona Evren û li mala wê lêgerîn hate kirin. Evren a sedema destgîrkirina wê nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê. Li aliyê din hate zanîn ku der barê Evrenê de ji bo 24 saetan biryara sînorkirina hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.

Rojnamevan Selamet Tûran jî danê siharê li navçeya Cizîrê ya Şirnex a Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîsên Tirk ve hate destgîrkirin.

Polîsên Tirk danê siharê li Çemkûrkê (Nûh) li mala Selamet Tûranê lêgerîn pêk anîn. Tûran, piştî lêgerînan hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Der barê destgîrkirina Selamet Tûranê de tu eger nehatin parvekirin.