Xerîb Hiso: Hikumeta veguhêz ya Sûriyê mafê pêkhatiyan nas nake

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Hiso teqez kir ku birêxistinkirina civakê bingeha avakirina neteweya demokratîk e û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ji pirrengiyê bêpar e û mafên pêkhateyan înkar dike.

Xerîb Hiso: Hikumeta veguhêz ya Sûriyê mafê pêkhatiyan nas nake
23 tîrmeh, 2025   22:44
QAMIŞLO

Mala Êzidiyan a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bi sernavê "Em bi hincetên olî ji aliyê dewleta Tirk û DAIŞ'ê ve rastî komkujiyên etnîkî tên" civîneke berfireh ji bo Êzidiyan li dar xist.

Dema ku mûm ji bo bîranîna şehîdan hatin vêxistin, hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso li ser fermanên çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî pêk anîne û bandora van komkujiyan li ser berê û bê ya civakê axivî.

Di heman demê de, Hiso destnîşan kir ku civaka Êzîdî piştî fermana dawî ya 2014’an, di hemû astan de, bi taybetî di asta civakî û leşkerî de, xwe birêxistin kiriye.

Her wiha Hiso bal kişand ser beşdarbûna civaka Êzîdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û rola wan di hemû alian de û tekez kir ku civaka Êzîdî hevkarên bibandor ên bi olên din re ne.

Hevserokê PYD’ê destnîşan kir ku rejîma heyî ya li Şamê mafên civakên cûda yên Sûriyê înkar dike û li perava Sûriyê û Siwêdayê sûc kiriiye, ji rêxistina qels a li wan deveran sûd werdigire. Ev yek berevajî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ku ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve ji bo avakirina civakek demokratîk ku hemî civak dikarin tê de beşdar bibin xebitiye.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Heso tekez kir ku hikûmeta veguhêz a li Sûriyeyê nûnertiya dadmend û berfireh a Sûriyan nake û pêkhateyên cihêreng ên Sûriyeyê tê de cih nagire.

(ac)

ANHA