‘Rêveberiya Xweser û Hevpeymana Civakî ji bo Sûriyeyê çarçoveyeke îdeal in’

Jinan diyar kir ku rewşa heyî ya li Sûriyeyê ya piştî hilweşîna rejîma Baasê ne li gorî hêviyên şoreşê ne û hişyarî li ser xetereyên da. Jinan diyar kir ku Rêveberiya Xweser û Hevpeymana Civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeyê çarçoveyeke berfireh û îdeal in.

‘Rêveberiya Xweser û Hevpeymana Civakî ji bo Sûriyeyê çarçoveyeke îdeal in’
24 tîrmeh, 2025   06:16
REQA
EHMED SEMHAN

Jinên ji kantona Reqayê der barê êriş û binpêkirinên dubare yên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê û hewlên dûrxistin û paşguhkirina jinan de axivîn. Jinan got divê ev êriş tavilê werin sekinandin û pergaleke demokratîk were avakirin ku mafên tevahî sûriyeyiyan biparêze.

Girêdayî mijarê, endama Akademiya Rêber Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî Ayşe Şawîş hişyarî li ser berdewama paşguhkirina û derxistina fitneya mezhebî di nava pêkhateyên Sûriyeyê de da.

Ayşeyê diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, ku Kurd, Ereb, Suryan û Êzidiyan di bin sîwanekê de dihewîne, divê bibe bingeha destûra Sûriyeya nû.

Ayşeyê Hevpeymana Civakî ya ku Rêveberiya Xweser di 12ˊê Kanûna 2023ˊyan de derxistiye û mafên tevahî ziman, çand û olan misoger dike wek şahideyekê nîşan da û got: "Ew wek çarçoveyek îdeal ji bo Sûriyeya yekgirtî ye.”

Têkildarî perspektîfên tundraw ên ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve tên dayîn Ayşeyê hişyarî da û destnîşan kir ku qaşo "Kongreya Nîştimanî" ya li Şamê hatibû lidarxistin di temsîlkirina tevahî pêkhateyan de têk çû. Hat diyarkirin ku ev jî gefên dubare yên binpêkirinên mezhebî li perava Sûriyeyê û Siwêdayê dixwin.

Ayşe Şawîş destnîşan kir ku dikarî Sûriyeya nû bi rêya wekheviya di mafên siyasî û çandî de, parastina pirrengiya olî û etnîkî de bihata avakirin û qirkirinên li dijî gelê Sûriyeyê dubare nebûna.

Li aliyekî din jî, dozgera Meclisa Edaleta Civakî Îxlas Elî bal kişand ser şopên wêranker ên "şerê navxweyî" yê ji dema hilweşîna rejîmê ve û hişyarî têkildarî bandora wê ya li ser ciwanan da û got: "Ev beşa ciwanan di aliyê takekesî de bandor lê dibe û ber bi derxistina fitneyan ve tê kişandin. Bi wê re mozaîka civakî tê wêrankirin." Îxlas bang li malbatên Sûriyeyî kir ku keç û xortên xwe hişyar bikin, ku di avakirinê ne hilweşandinê de bibe pêşeng.

Îxlas Elî anî ziman ku pêwîst e jinên Sûriyeyî di nivîsandina destûra nû de beşdar bibin, mafên xwe misoger bikin.

Endama Komîteya Aboriya Jinan a Kombûna Jinan a Zenûbiya Heyfa El Omer jî êrişên li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê şermezar kirin û got armanc ji wan êrişan derxistina fitneyan û tehrîdkirina li dijî hev e.

Heyfayê da zanîn ku hin aliyên derve hene ku li ser derxistina fitneyan dixebitin, lê gelê Sûriyeyê li hember vê yekê hevgirtî ye û got: "Em gelê Sûriyeyê gelekî zana ne û hişyar in. Em ji hev hez dikin, rewşenbîr in û mezhebperestiya ku ev aliyên derve dixwazin di nava me de belav bikin, qebûl nakin."

Heyfayê êriş û kiryarên tehrîdkirinê yên li ser medyaya dîjîtal şermezar kirin û kesên parve dikin wek "fitnekar û tehrîkkarên li derveyî welêt" wesif kirin ku hewl didin di nava pêkhateyên Sûriyeyê de nefretê belav bikin.

Di dawiyê de Heyfayê hêvî kir ku li aştî, rûmet, ewlehî û azadî li Sûriyeyê misoger bibe û peyamek tund ji kesên fitneyan derdixin re şand û got: “Em yek gel in, dil û xwîna me yek e.”

(fr)

ANHA