Xelkên Bakûrê Kurdistan ji bo Rojava li qadanin

Li Bakûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava berdewam dikin.

Xelkên Bakûrê Kurdistan ji bo Rojava li qadanin
28 ÇILE, 2026   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di pêşengtiya DBP û DEM Partî li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê gel daxetin qadan û bi çalakiyên cûr be cûr êrêşên li ser Rojava şermezar kirin

WAN

Xelkê navçeya Ebex a Wanê bi pêşengiya rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava meşek li dar xist û daxuyanî da. Di meşa ku ji Rêya Bazîdê dest pê kir û heta Çerxerêya Zîraatê berdewam kir de pankarta “Rojava xeta me ya sor e” hat vekirin û lolîpopên “Jin jiyan azadî” hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin û girseyê nerazîbûnên xwe yên li dijî êrişan anî ziman.

RIHA 

Li Rihayê bi heman armancê li navçeya Sêweregê meşek hate lidarxistin. Meş ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve hatiye organîzekirin, êrîşên çeteyên hikûmeta demkî çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî beşdarî meşê bû.

Girseya ku li Parka Kanlikuyu ya li navenda bajêr kom bû, bi pankarta bi nivîsa "Rojava berxwedan, wijdan, azadî ye" ber bi ofîsa navçeya Sêwregê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meşiyan.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi pêşengiya Saziyên Demokratîk, meşek girseyî li dijî êrîşên li ser Rojava hat lidarxistin.

Ev çalakî, bi pêşengiya Saziyên Demokratîk, hat lidarxistin. Bi hezaran kes li ber Worldmar a li navenda bajêr kom bûn û bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" heta beri Parka Jinan a 8'ê Adarê ve meşiyan.