Xelkê Tirbespiyê 73 şehîd bi bîr anîn

Xelkê Tirbespiyê di merasîma bîranîna 73 şehîdan de got ew bi israr in li dijî tevahî plan û êrişên bi hewldana tirsandina wan û çewisandina şoreşa wan bisekinin.

Xelkê Tirbespiyê 73 şehîd bi bîr anîn
Xelkê Tirbespiyê 73 şehîd bi bîr anîn
Xelkê Tirbespiyê 73 şehîd bi bîr anîn
Xelkê Tirbespiyê 73 şehîd bi bîr anîn
Xelkê Tirbespiyê 73 şehîd bi bîr anîn
Xelkê Tirbespiyê 73 şehîd bi bîr anîn
29 cotmeh, 2023   15:05
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo bîranîna 73 şehîdên di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de li cihên cuda şehîd bûbûn de merasîm li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li navçeyê li dar xist.

Bi beşdariya bi dehan xelkê navçeyê ji tevahî pêkhateyên wê merasîmê dest pê kir. Dûre sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan, wêneyên wan û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola şehîdan hate pêşandan.

Girêdayî mijarê endama rêveberiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê Aryan Cûdî axivî û got: "Pêkhateyên herêmê îsbat kir ku ew ji tevahî plan, komplo û êrişên hovane yên bi armanca şikandina vîna wan û terikandina berxwedanê, bi hêztir in."

Aryan di dawiyê de got: "Yekitiya van pêkhateyan û berxwedana wan bi rêya tevlêbûna xwîna keç û xortên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan pêk hat. Ev jî teqeziyê bi projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan dike ku hêzên mêtinger li ser xwe xeteriyekê dibînin."

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.

(fr)

ANHA