Hîlala Zêrîn bi çalakiyan piştgiriyê dide pêngava azadiyê

Di çarçoveya piştgiriya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê û ya kantona Efrîn û Şehbayê çalakiyên cuda li dar dixin.

29 cotmeh, 2023   14:25
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê di ‎çarçoveya piştgiriya pêngava azadiyê de çalakiyek li dar xist.‎

Di destpêka çalakiyê de daxuyanî hate xwendin. Endama tevgerê Şerda Osman bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl li Yarîgeha Şehîdan a li taxa Muftî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin ev tecrîd derexlaqî ye û binpêkirina tevahî mafên qanûn û exlaqî ne.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye û hate gotin ku gelên azadîxwaz fikra wî ya bi armanca rizgarkirina gelên bindest, ji xwe re esas girtine.

Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê piştgiriya xwe ji bo pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û diyar kir ku rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan rizgarkirina tevahî gelên Rojhilata Navîn ji zordestiyê û vekirina rê li pêş pêkanîna projeya neteweya demokratîk e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî gelan hate kirin ku dakevin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Piştî daxuyanî bi dawî bû, koma Meşaleyên Azadiyê ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn şanoyek der barê girêdana gelan bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir.

ŞEHBA

Tevgera  Hîlala Zêrîn a Kantona Efrîn û Şehbayê jî di çarçoveya piştgiriya pêngava bi diruşma "Ji ‎Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de amedekariya konsertê dike.‎

Endama Hîlala Zêrîn Ronahî Şêxo li amedekariyên konsertê ji ajansa me re axivî û ‎got: "Em jî dixwazin di nava pêngava cîhanî ya bi diruşma ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ de cih bigirin. Ji lew re, hefteyek berê me dest bi amadekariyên lidarxistina konsertekê kir. Her wiha dê heftane 2 rojan perwerde bê dayîn.”

Ronahî diyar kir ku kesên ji bo konsertê beşdar bûne hemû jin in, stranên wan jî tevahî li ser Rêber ‎Abdullah Ocalan in û wiha anî ziman: "Di konsertê de 4 kom (Çiyayê Kurmenc, Şehîd Hêva, Şehîd ‎Berçem û Şehîd Bêrîtan ya êzidiyan) beşdar dibin. Ev kom ji 30 jinan pêk tê û dê 13 stranan bibêjin. Stran tevahî ji bo Rêber Apo ne. Roja ‎konsertê hîn diyar nebûye, lê belê dê di meha Mijarê de bê lidarxistin."‎

Endama Hîlala Zêrîn a koma Hêva Bihar Îsmaîl jî ku dê ew jî beşdarî konsertê bibe, kêfxweşiya xwe bi wê yekê anî ziman û got: “Ezê ji bo Rêber Apo di nava çalakiyê de cih bigirim, ev ji bo min xwedî nirxekî mezin e.”

(fr/c)

ANHA